Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê' 2024-03-02 09:04:18   AMED - Endama Baroya Stockholmê Parêzer Lena Charlotta Lagnander ku endama Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ye, ji bo tecrîda veneguhere "metodekê" divê di vî warî de baldarî hebe.    Têkiliyên Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya li dijî tecrîda "mutlaq" ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hev kom bû, didomin. Ji Baroya Stockholmê parêzer Lena Charlotta ku di nav delegasyonê de cih digire û li Amedê serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosa, Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, Baroya Amedê, DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê kir, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û serdanên xwe de axivî.   Lagnander da zanîn ku divê ji bo tecrîd veneguhere "metodekê" baldarî hebe û got: "Polîtîkaya tecrîdê ya îro li dijî Abdullah Ocalan tê meşandin û muameleya li girtiyên siyasî ji bo Ewropayê gelekî girîng in. Jixwe ev yek ji niha ve li bajarên Ewropayê dibe sedema vê guhertinê. Mînak, li Swêdê niha qanûnên têkoşîna li dijî 'terorê' û qanûnên bi vî rengî diguherin. Fikara min ew e ku çend sal şûn de em rastî rewşên bi vî rengî bên."    OCALAN JI BO GELEK MIROVAN SEMBOL E   Lagnander diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelek kesan semboleke mezin e û got: "Ji ber ku gelek mirov ji ber heman bîrdoziyê û heman nêrînan piştgiriyê didin wî. Ji bilî vê, rewşek heye ku di gelek mijaran de Abdullah Ocalan û girtiyên polîtîk yên din, ji mafên xwe yên mirovî bêpar in. Em mafên mirovan ên bingehîn diparêzin û divê xwegihandina wan pêkan be."    Lagnander bal kişand ser wê yekê ku divê bîrdozî û hizir nebin sedema girtinê û wiha got: "Pêdivî ye ku em li dijî rewşa kesên ku ji ber bîrdoziya xwe girtî ne, li ber xwe bidin û divê em zanibin ku ev kes divê bi awayekî adil bên darizandin û mafên mirovan esas bên girtin. Li Tirkiyeyê navê te Ocalan an tiştekî din be jî, h»n ne bawer in ku hûn ê bi awayekî adil bên darizandin."    Lagnander anî ziman ku 36 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku ev yek nayê qebûlkirin. Lagnander bilêv kir ku di serdanên xwe yên li Amedê de bihîstine ku tecrîda li ser girtiyên siyasî yên din jî bi heman rengî tê meşandin û got: "Di vî warî de ya girîng mirov zorê bide rejîmê."    DÊ RAPOR BÊ AMEDEKIRIN   Lagnander bi bîr xist ku ew sala borî jî hatine û çavdêriyên xwe wekî rapor amade kirine û got: "Tişta herî girîng ku em dikarin bikin ev e ku em tiştê ku me li vir dîtiye ragihînin û dema ku em vegerin welatên xwe, em ê van agahiyan bi taybetî ragihînin hevkarên xwe û mirovên din."    Lagnander anî ziman ku şopandına qanûnên neteweyî û yên navneteweyi neteweyî gelekî girîng e û got ku divê daraz xweser bixebite. Lagnander diyar kir ku pêwîst e parastina mafên bingehîn ên mirovan û mafên girtiyan bê domandin û got: "Ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên polîtîk yên din parastina mafên mirovan gelekî girîng e."    MA/ Mujdat Can