ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN 2024-03-02 09:00:09 * MARSÛ ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûman de, îhaleya kanalîzasyonê ya bi bihayê 16 milyon TL'yî, li derveyî mewzûatê da şîrketekê.    * Endama Baroya Stockholmê Parêzer Lena Charlotta Lagnander ku endama Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ye, ji bo tecrîda veneguhere "metodekê" divê di vî warî de baldarî hebe.    * Namzetên DEM Partiyê yên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr hewl didin şaredariyeke ku ji 1'ê nîsanê ve mafê gotinê yê şêniyên navçeyê be ava bikin.    * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Pirsûsê Muslum Baran û Ayten Kaya gotin: "Em tên dîwarên di navbera gel û şaredariyê de hatine çêkirin hilweşînin."   * Orhan Çelebî yê dema Hevşaredarê Bajaroka Periyê bû qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û niha careke din ji DEM Partiyê bû namzet, got ku ew ji bo vîna xwe ya hatiye xespkirin wergirin bi rê ketine.    * Rojnamegerên jin ên ku 12 sal berê bi JINHA'yê re mudaxileya mêrsalariyê kirin bi Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê re rêxistina xwe ava kirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer û Roza Metîna diyar kirin ku ji bo feraseta mêrsalar û zimanê wê bi temamî biguherînin têkoşînê didomînin.   * Nazîme Arvas a di 16 saliya xwe de hate zewicandin û hema bêje tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye wiha bang li jinan kir: “Tu caran serî netewînin, têbikoşin. Bi têkoşînê zext dişkên.”     * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bikin. (10.00 - 19.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00 - 17.00)    * TJA dê li Bedlisê bi jinan re bicive û starta 8’ê Adarê bide. (11.00)    * Li Amed û Êlihê dê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” were lidarxistin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 988’an a bi daxwaza darizandina faîlan û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin bipirsin her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin pêk bînin. (12.00)    * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê têkildarî kampanyaya hilbijartinê ya Namzeta Hevşaredariyê ya Gultan Kişanak li Parka Kûgûlû daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30) ZINDΠ   * Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li navçeyên Qereyazi û Xinûsê bi gel re were bahev û li navçeya Qereçobanê buroya hilbijartinê veke. (12.30 - 15.00) ZINDΠ   * Têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan dê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyanî bên dayîn. (13.00 - 13.30)    * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li navenda Wanê dê buroya hilbijartinê were vekirin. (13.30) ZINDΠ   * DEM Partî dê bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiyê Mehmet RuştuTîryakî û Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan bi mijara “Civaka Karsazên Amedê û Bendewariyên Civaka Sivîl ji Rêveberiyên Herêmî” civînekê li dar bixe. (17.00)