Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin 2024-03-01 18:18:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku heya niha 7 endamên wan li Silêmaniyê ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin û divê hikumet û aliyên peywendîdar rê li van êrişane bigirin û ev bang hate kirin: “Divê xaka Başûrê Kurdistanê nebe meydana kiryarên terorî yên dewleta Tirk.”   Duh (29’ê Sibatê) di danê nîvro saet derdora 15.30’an de li Cadeya 60 Metreyî li beramberî Xwaringeha Debaşan êrişeke çekdarî çêbû. 4 gule li bedena Doktor Abdulkadîr Sabrî Toprak yê ji Bakurê Kurdistanê ku di êrişê de bû hedef, ketin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li navenda xwe ya Hewlêrê derbarê qetilkirina Abdulkadîr Sabrî Toprak de daxuyaniyek da. Endamê HDP’ê Aydin Ehmed di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku kiryarên terorî yên Erdogan û dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dijî azadîxwazan dewam dikin, li beramberî vê jî berpirs û Hikumeta Herêmê bêdengiyê hilbijartine.   Aydin wiha dom kir: “Welatiyên Bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariya Hikumeta AKP-MHP’ê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Sabrî Toprak jî yek ji wan bû ku 12 sal bûn bi hevjîn û zarokên xwe re li Silêmaniyê dijiya. Lê duh ji aliyê dewleta tirk ve hate qetilkirin. Qetilkirina welatparêzên Kurd ya ji aliyê dewleta tirk ve dewam dike, li bajarê Silêmaniyê heya niha 7 endamên me hatine qetilkirin. Herwiha li bajarê Hewlêr û Dihokê jî xelkê Bakurê Kurdistanê tê terorkirin, ji bo vê pêwîste Hikumeta Herêm û aliyên peywendîdar, ji bo rawestandina êrişan hewldanên cidî bikin. Erdogan û dewleta tirk ne tenê li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê metirsîne, li ser hemû gelê kurd metirsîne. Ji ber ku dema Sabrî Toprak hatî qetilkirin de, êrişî Rojavayê Kurdistan û Şenglaê jî kir. Ev jî ispat dike ku dewleta tirk dijî hemû gelê kurd e.”   Aydin di dewama axaftina xwe de bang li hemû azadîxwazên Başûrê Kurdistanê kir ku rê nedin xaka Kurdistanê bibe meydana kiryarên terorî yên dewlewta tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dewleta tirk nikare îrade û azadiya Gelê Kurd bişkîne, ji bo vê dijî têkoşer û xebata wan êrişên terorî pêktîne.”