Ergulê ESP’î hate girtin 2024-03-01 15:12:41   KOCAELÎ - Endama ESP’ê Dîlan Ergul bi hinceta parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hate girtin.     Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Dîlan Ergul, piştî di 29’ê sibatê de ji cihê karê xwe derket, li cihekî nêzî mala xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan pişt re li mala Ergul lêgerîn kirin. Ergul a di bin çavan de îro piştî kar û barên wê yên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Kocaeliyê kirin.    Ergul bi hinceta parvekirinên medyaya sanal ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulh hate kirin. Ergul bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.