Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin 2024-02-29 21:55:38   STENBOL- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Sancaktepeyê esnafan ziyaret kir û tevlî civîna gel bû got: "Em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin kesên ku dibêjin 'Kurd tune ne'. Em ê ji kesên ku dengê kurdan girtine, lê naxwazin li gel kurdan bin jî hesab bipirsin."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat Stenbolê. Bakirhan li gel namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî û namzetên hevşariyê yên navçeyan ewilî hat Sancaktepeyê.    Bakirhan û heyeta pê re ku dikandarên Sancaktepeyê ziyaret kirin, di serdanê de rastî eleqeyeke mezin a dikandaran hatin. Bakirhan ku di tevahiya serdanê de li pirsgirêkên dikandaran guhdarî kir, pêşniyazên çareseriyê yên partiya xwe jî pêşkêşî wan kir. Di serdanê de Bakirhanê ku çay vexwar û bi hin dikandaran re sohbet kir eleqeyeke mezin nîşanî welatiyên derdorê da.   Bakirhan piştî serdana esnafan derbasî Kolana Demokrasî ya Esenyûrtê bû û li wir bi gel re hat cem hev. Bakirhan ku bi coş û kelecana welatiyan li qada bi alayên DEM Partiyê û alayên DEM'ê hat xemilandin hat pêşwazîkirin, li vir axaftinek kurt kir. Bakirhan ku bi silavkirina welatiyên li herêmê dest bi axaftina xwe kir, got: “Nêzî 15-20 roj in em bajar bi bajar li Kurdistanê digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Piştrast bin ku coş her diçe wekî ya Sancaktepeyê ye. Reng, daxwaz û dirûşmeyên li her derê ji bo serketinê ne."    Dûre Bakirhan namzetên partiya xwe yên Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî da nasîn.    Bakirhan got: "Em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin kesên ku dibêjin 'Kurd tune ne'. Em ê ji kesên ku dengê kurdan girtine, lê naxwazin li gel kurdan bin jî hesab bipirsin."   Bakirhan piştî serdana li vir, ji bo hevdîtina gel çû Şîşliyê.