Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin 2024-02-29 19:15:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê êrişî kesekî ji Bakurê Kurdistanê hat kirin, di encamê de kesê bi navê Abdulkadrî Sebrî Toprak jiyana xwe ji dest da.    Li dijî kesê bi navê Abdulkadrî Sebrî Toprak ê ji Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk hat. Êriş li pêş Xwaringeha Debşan a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê çêbû. Di encamê de Toprak jiyana xwe ji dest da.   Toprak ji bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ye, 2 zarok xwe hene. Ew li Bakurê Kurdistanê endamê HDPˊê bû û ji ber astengiyên siyasî berê xwe da Başûrê Kurdistanê li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.   Hate hînbûn ku Sabrî Toprak ji ber sedemên siyasî xwe spartiye Başûrê Kurdistanê û ev demeke dirêj e li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.   Beriya were qetilkirin gelek caran gef li Toprak hatine xwarin.