Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome 2024-02-28 17:13:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Serdan û beşdaran diyar kirin ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.    ÎZMÎR    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 30’emîn de li avahiyên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Bayrakli û Karabaglarê berdewam kir.    Gelek welatî û xizmên girtiyan hatin serdana nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bayrakliyê Ayşe Silik di çalakiyê de axivî û got ku heta pirsgirêka tecrîdê çareser dibe dê nobet berdewam bike.    Perîhan Ortak jî di çalakiyê de anî ziman ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî di nobetê de ne û wiha got: “Girtiyên siyasî ev bû 3 meh di greva birçîbûnê de ne. Birêz Ocalan ev 30 sal in di nava çar dîwaran de ye. Birêz Abdullah Ocalan îradeya me ye, îradeya jinan e. Wî ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya cîhanê têkoşiya. Niha li çar aliyên cîhanê wêneyên wî di destê jinan de ne û dibêjin ‘Bijî Serok Apo.’ Anku rêzgirtineke mezin li hemberî birêz Ocalan heye. Divê CPT biçe serdana Îmraliyê. Em nizanin bê ka birêz Ocalan di çi rewşê de ye. Werin em ji bo birêz Ocalan dest bi din destê hev.”    Her wiha gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê berdewam dike.    MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî di roja 87’an de berdewam kir. Di çalakiyê de Dayikên  Aştiyê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    WAN   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li avahhiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin, di roja 86’an de berdewam dike. Gelek xizmên girtiyan tev li nobeta îro bûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî hatin serdana nobetê.    ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’   Ji çalakvanan Xemê Aydin di nobetê de axivî û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya zarokên wan bi daxwaza azaiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin didome. Aydin, axaftina xwe wiha domand: “Daxwazên zarokên me, di heman demê de daxwazên me jî ne. Em dayik êdî naxwazin xwîn birijê. Em aştiyê dixwsazin. Ji bo aştiyê û çareseriyekê divê demek beriya demekî ji birêz Abdullah Ocalan agahiyek were girtin. Em tecrîdê qebûl nakin.”    Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û stranan berdewam kir.    MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê daxwazên xwe dubare kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştre jî Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan derbasî navçeya Qoserê bûn û tev li vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bûn. Çalakvan, bi pêşmalkên ku daxwazên wan li ser bûn tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn û li vir jî daxwazên xwe anîn ziman.    Dayikan di dema vekirina buroya hilbijartinê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 86’an de berdewam kir. Di çalakiya ku tevahiya rojê hate ziyaretkirin de daxwaza pêkhatina azadiya Abdullah Ocalan bilind bû.    Di nobetê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin.