15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin 2024-02-29 16:13:29   STENBOL - Endamên ESP, SMF, SKM û Partîzanê jî di nav de 15 kesên di 27’ê sibatê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.    Di 27’ê sibatê de di encama serdegirtinên malan ên li Stenbolê de endamên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.    Îfadeyên binçavkiriyan ên li emniyetê hatin girtin. Binçavkirî ji ber pereyê ji xizmên xwe yên girtî re şandine û bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Di heman demê de têkiliyên deynan ên binçavkiriyan a di navbera hev de, doz û lêpirsînên derheqê wan de jî di çarçoveya “rêxistinî” de hate nirxandin.    HATE DERBKIRIN   Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine wergirtin; endamê PM’a DEM Partiyê Sitki Gungor di dema binçavkirinê de hate îşkencekirin, deriyê mala wî hat şikandin, ji pişt ve hate kelemçekirin û li mala wî lêgerîn hate kirin.    Tê payîn ku binçavkirî sibe sewqî edliyeyê bên kirin.