Rojnameger Karakaş hate berdan 2024-02-29 14:41:05   EDENE - Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş piştî Dadgeha Bilind biryara cezayê hefsê betal kirî hate tehliyekirin. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hefsê da û wisa tehliye kir.    Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş di 6’ê mijdara 2020’an de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û îfadeyên şaihdan hate girtin. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê jî 9 sal û 9 meh cezayê hefsê lê biribû. Dadgeha Bilind cezayê hefsê yê Karakaş betal kir û doz jinûve hat lidarxistin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran hat lidarxistin. Karakaş û parêzerê wî Tugay Bek tev li danişînê bûn. Karakaş, piştî tespîtkirina nasnameyan parastin xwe kir. Karakaş, îdiayên derheqê xwe de red kir û daxwaza tehliye û beraetê kir. Piştre jî parêzer Tugay Bek axivî û got ku miwekîlê wî rojnameger e û endamê tu rêxistinan nîne. Piştî parastina xwe jî Bek daxwaza tehliye û beraeta miwekîlê xwe kir.    Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hefsê da û bi şertê ji Edeneyê dernekeve, qedexeya derketina derveyî welat û tevdîra kontrola edlî biryara tehliyeyê da.