Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan 2024-02-29 13:46:37   MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê yê duh operasyon lê hate lidarxistin tê bombebaran kirin. Şivanên ku xwestin pezê xwe biçerînin jî şandin malên wan.    Operasyona li çoltera Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevlibûna bi hezaran leşkeran duh hate destpêkirin, didome. Gelek leşker û wesayîtên bizirx sewqî herêmê hatin kirin û li gelek noxteyan mewzî hatin çêkirin. Li herêma ku ji saetên serê sibê ve liv û tevgera helîkopteran heye, ji şivanên ku xwestin pezê xwe biçerînin re destûr nehate dayîn. Leşkerên ku di serî de gundê Marîn û Girêmîra dorpêçkirine, şivan şandin malên wan û gundî jî hişyarkirin ku ji malên xwe dernekevin.   Cihên bilind ên Çiyayê Bagokê ku liv û tevgera balafir û helîkopteran heye, gelek caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombebaran kirin. Li aliyê din hate zanîn ku ji aliyê Mîdyadê ve gelek cerdevan û leşker sewqî herêmê hatine kirin.