Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye 2024-02-29 10:41:22 MÊRSÎN - Parêzerê rojnameger Dîren Keser, Mehdî Zana Akkaya bertek nîşanî girtina miwekîla xwe da û wiha got: “Biryara girtinê, êrişeke li dijî pîşeya rojnamegeriyê û mafê agahîgirtinê ye.”  Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîren Keser, piştî cezayê wê yê girtinê hatî erêkirin, di 27’ê sibatê de hate girtin û şandin birin Girtîgeha Kampusa Tarsusê. Nûçeyên ku Keser di sala 2015’an de li ser medyaya dijîtal Facebookê parve kirî weke hincet hate nîşandan û di sala 2017’an de li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hata vekirin. Doz di heman salê de hate lidarxistin û dadgehê bi heman îdiayê 2 sal û 4 meh û 3 roj cezayê hefsê da.    Parêzerên Keser diyar kirin ku parvekirinên Keser di çarçoveya xebatên pîşeyî de hatiye kirin û di sala 2018’an de li dijî biryarê li Daîreya Cezayan a 2’yemîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê îtîraz kirin. Lê belê dadgeha îstînafê îtîraz red kir û ceza erê kir. Bi erêkirina biryarê re Keser di sala 2019’an de hate girtin. Piştî serlêdana parêzeran a ji Dadgeha Bilind re, 4 meh piştre hate tehliyekirin. Dadgeha Bilind di 2’yê sibatê de ceza erê kir û dîsa hate binçavkirin û girtin.    ‘BI CEZAYÊ RE BI EŞKEREYÎ ÊRIŞ DIKIN’   Ji parêzerên Keser endamê Komeleya Hipûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehdî Zana Akkaya got ku miwekîla wê ji ber 5 nûçeyên li ser medyaya dijîtal parve kiriye hatiye girtin. Akkaya, da zanîn ku ev parvekirin dikevin çarçoveya xebatên pîşeyî û axaftina xwe wiha qedand: “Lewma jî nakevin ber sûcê ‘propagandaya rêxistinê.’  Ne hiqûqî ye ku ev parvekirin weke sûc bên nîşandan. Ev yek, êrişeke li dijî şert û mercên xebatê yên azad ên xebatkarên çapemeniyê, mafê agahîgirtinê û azadiya fikr û xweîfadekirinê ye. Ji bo sûcê propagandayê divê talûkeyên şênber hebin. Bi erêkirina cezayê re bi awayekî eşkere êriş dikin.”