Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin! 2024-02-29 10:11:16   AMED - Li ser îfadeya îtîrafkar Umît Akbiyik ku digot “Bi fermana rêxistinê diçû serdana kesên binçavkirî”, derheqê parêzer Şerzan Yelboga de doz hate vekirin. Îdiaya behsa xeberê weke hinceta “emdamtiya rêxistinê” hate nîşandan.    Li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, derheqê gelek siyasetmedar, hunermend, rojnameger û parêzeran de doz hatin vekirin. Di çarçoveya îfadeyên Akbiyik de li parêzerekî din doz hate vekirin. Li ser îfadeyên îtîrafkarî, heta niha derheqê 5 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatine vekirin. Ji ber ku parêzeran peywira xwe ya pîşeyî pêk anîne, derheqê wan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hatin amadekirin. Di îdianameyê de her wiha tawanbariya “weke baroya veşarî tevgeriya” li parêzeran hate kirin.    Yek ji van dozan yek jî li endamê OHD’ê Şerzan Yelboga hate vekirin. Di îdianameya derheqê Yelboga de gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî daxilî şemaya “avadaniya KCK’ê” hatin kirin. Di heman demê de cih dan îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ên di 12’ê çileya 2023’yan de li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê dabûn.    BI DOSYAYA LÊ NENIHÊRTÎ HAT SÛCDARKIRIN    Li gorî îdianameyê; Akbiyik di îfadeya xwe de îdia dike ku Yelboga û çendek parêzerên din “li ser fermana rêxistinê” dosyayên kesên hatine binçavkirin wergirtine. Bi domdarî Akbiyik îdia dike ku wî ferman daye Yelboga. Lê belê Akbiyik venegot bê ka dema di bin çavan de çawa “ferman” daye parêzer Yelboga ku parêzertiya wî bike.    Li gel ku Yelboga weke Akbiyik îdia dike tev li dosyayeke cuda nebûye jî di îdianameyê de wiha hatiye gotin: “ (…) her çend ku parêzerê bi navê Şerzan Yelboga neketibe îfadeyê jî, hatiye tespîtkirin ku Yelboga parêzerên bi navên E.G. û S.Ş. ên ketine îfadeyê araste kiriye.”    MALBAT: ME WEKALET DA WAN   Endamtiya Yelboga ya ji bo 3 rêxistinên civaka sivîl û parêzertiya ji bo kesên ji “endamtiya rêxistinê” hatine darizandin jî weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de her wiha îfadeyên malbatên kesên Yelboga parêzertiya zarokên wan kirin hatin bicihkirin û malbatan gotin ku wan ji bo parêzertiya zarokên wan bike wekalet dane Yelboga. Tevî vê îfadeya malbatan jî, ev nirxandin hate kirin: “Li gorî îfadeyên Akbiyik hatiye fêmkirin ku Yelboga di nava xebatên rêxistinê de ye.”    Ji bo Yelboga 7 sal û 6 meh heta 15 sal cezayê hefsê hate xwestin. Îdianame ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil dê di 23’yê gulanê de bê lidarxistin.