Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê 2024-02-29 10:10:32   ŞIRNEX - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Hezexa ku bawerî û gelên cuda bi hev re dijîn, Turkan Kayir û Dogan Adibellî diyar kirin ku ew ê bi gel re navçeyê bi dest bixin û gotin: "Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê ku hemû gel û bawerî bikaribin tê de bijin."   Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ku jê re mehek maye partiyên siyasî dest bi xebatên xwe kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku li Kurdistanê lez dane xebatên xwe her cihê ku diçê jî namzetên xwe dide naskirin. Namzetên DEM Partiyê yên xwedî bawerî û nasnameyên cuda balê dikşînin li ser xwe. Di pêşhilbijartina ku DEM Partiyê li navçeyê hate li dar xistin de weke hevşaredarê mêr parezer Dogan Adibellî hate hilbijartin û weke namzeta hevşaredariyê ya jin jî Turkan Kayir (52) a ji gelê suryan e hate diyarkirin.    Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de ji sedî 78,9'ê dengan bi dest xistibû, HDP'ê jî di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de ji sedî 73,84'an 8 hezar û 275 deng, AKP'ê jî bi hezar û 884 dengan ji sedî 16'ê dengan stendibû. Lê belê di 21'ê îlona 2016'an û 13'ê mijdara 2019'an de qeyûm tayinî şaredariya HDP'ê ya Hezexê hate kirin.    HETA 1977'AN SURYANIYAN BI RÊ VE BIR    Li gorî hin çavkaniyan di sala 1964’an de nêzî 300 malbatên suryan li navenda Hezexê dijiyan. Çavkaniyên sereke yên debarê jî baxçevanî û rezvanî bû. Beşek ji zeviyên çandiniyê yên xizm û nasên ku koç kirine bûn. Ji bo avdana 400 hezar darên fêkî û baxçeyan jî bendavek biçûk jî ji bo komkirina ava baranê hatibû çêkirin. Lê belê, ji ber zêdebûna bêkariyê û her wiha ji ber zextên siyasî û civakî, di salên 1977-80’an de koçî Almanya, Hollanda û Swêdê kirin. Di hilbijartinên 1943-1977’an de namzetên ku ji aliyê Suryaniyan ve hatibûn diyarkirin bi ser ketin. Herî dawî Şukru Hanna Sefer (Tûtûş) di navbera salên 1966-1977'an de weke şaredar hate hilbijartin. Piştî vê dîrokê suryan ji ber zextên zêde yek bi yek koçî welatên Ewropayê kirin. Piştî darbeya 1980'yan hejmara malên Suryaniyan li Hezexê dakete 120 malan. Îro hejmara malên suryanan daketiye 5'an û hejmara wan di bin 100'î de ye.   40 SAL PIŞTRE WEKE NAMZETA HEVŞAREDARIYÊ VEGERIYA SER AXA XWE   Namzeta Hevşaredariyê ya Hezexê Turkan Kayir a di sala 1972'an de li navenda Hezexê hat dinê, ji ber zextên siyasî mîna malbatên din ên suryan neçar ma koç bike. Kayir, di 12 saliya xwe de neçar ma ji welatê xwe koçî Almanyayê bike. Kayir, ku li Ewropayê di nava Tevgera Jinên Azad a Suryanan (HNB) de cih girt, piştî 40 salan weke namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê vegeriya ser axa xwe.    BI NASNAMEYA XWE YA CIWAN A PAREZER DI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ DE YE   Namzetê din ê hevşaredariyê jî Dogan Adîbellî ye. Adibellî jî di sala 1995'an de li Hezexê ji dayik bûye. Adîbellî ku di salên lîseyê de dest bi xebata siyasî kir, di salên zanîngehê de jî bi awayeke çalak di nav xebatên siyasî de cihê xwe girt. Piştî ku li Qibrisê beşa hiqûqê qedand, li Baroya Şirnexê dest bi xebatên xwe kir. Adîbellî ku 4 sal in parêzeriyê dike, ji DEM Partiyê bû namzetê Hevşaredariyê yê Hezexê.   'BILA EV DER DI NAVA HEZKIRINÊ DE ŞÎN BIBE'   Turkan Kayir, anî ziman ku bi vegera Hezexê ew dixwaze ku bi jinên Hezexê yên xwedî baweriyên cuda re mil bi mil têbikoşe û wiha axivî: "Ji ber zextan em neçar man koçî Ewropayê bikin. Bedena min li Ewropayê bû lê rihê min her tim li vir bû. Hezkirina welatê min her tim di hûndirê min de bûn. Ji ber wê jî di van salên dawî de jî hatin û çûyina min a Hezexê her tim hebû. Min her tim digot, ez ê vegerim ser axa xwe û di dawiyê de ev jî çêbû. Beriya her tiştî ez ji bo têkoşîna jinê li vir im. Ji ber ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Li vir em dixwazin ku guhertinên cidî pêk bînin. Bi taybetî jî li ser mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan xebatan bikin. Em ê bixebitin ku jin bibînin ku çi ji destê wan tê. Ez weke jineke suryan ji hemû jinên suryan re dibêjim: Dibe ku ji ber sedemên cuda hûn koçber bûne, lê em ê pirsgirêkên ku li vir me jiyan e em ê bi hev re ji holê rakin, ez bi xwe bawer im û ez ê ji bo gel bixebitim. Li vir em ê bi jinan re mil bi mil bimeşin. Em ji gelê Hezexê bi bawer in. Bila ev der di nava hezkirin û xwişk û biratiyê de şîn bibin. Ez bawer dikim ku em ê bi jinan re gelek destkeftiyan bi dest bixin."   'JI BER KU HEMÛ GELAN DI BIN SIWANA XWE DE DIHEWÎNE'   Kayir, sedema namzetiya xwe ya ji DEM Partiyê jî wiha vegot: "DEM Partî hemû baweriyan di bin sîwana xwe de dihewîne û ji ber wê jî min DEM Partî hilbijart û ez bûm namzeta wan. Ez xwe weke civakeke kêmanî nabînim. Ez ji gelê asûrî yê kevnar im û DEM Partiyê ev firsende da min ku bibim namzetê vî gelî ji ber wê jî dibêjim DEM Partî."    'EM Ê VÊ DERÊ VEGUHERÎNIN BEXÇEYÊ MEZOPOTAMYAYÊ'   Kayir, anî ziman ku ji bo li navçeyên hin guhertinên cidî pêk bînin ew vegeriyaye ser  axa xwe û got, "Dê xebatên min ê bi piştgiriya Ewropayê jî çêbibin. Dê jinên Suryan jî bibînin ku em dikarin guhertinekî çêbikin û dê vegerin. Armanca min ya sereke jî şînkirina vê axê ye. Armanca me ew e ku di zûtirîn demê de binesaziyê û avahîsaziyê bajêr çêbikin. Ger jin bi xwe bawer bin, dikarin her tiştekî bikin. Ez 5 sal berê hatim vir û hîn jî her tişt weke ku ez hatim vir e û dest neavêtiye tu cihan. Lêbelê em ê li vir wekheviyê çêbikin. Xeyala min her tim ew bû ku ez vegerim Hezexê û bibînim ku kurd, suryanî û êzidî li van xakan bihevre bijîn, em ê vê derê bikin baxçeyekî Mezopotamyayê ku hemû gel û bawerî ziman, nasname tê de bijîn. Em ê bikin navçeyeke ku hemû gel tê de bi hev re bijîn. Em ê bi hev re vê yekê pêk bînin."   'EM CIWANAN WEKE DESKEFTIYEKÎ DIBÎNIN'   Namzetê Hevşaredariyê Dogan Adibbelî jî bal kişand ser rola ciwanan a di rêveberiyên herêmî de û wiha axivî: "Him şêwaza rêveberiyê û hem jî şêwazên rêveberiya giştî divê bi şêwazekî laîk û demokratîk were birêvebirin. Dema em li pergala îro ya Tirkiyeyê dinêrin, li gorî berjewendiyên xwe yên desthilatê tevdigerin. Şaredariyên Tirkiyeyê bi giştî ji zelaliyê dûr in. Armanca me ya yekemîn jî ew e ku projeyên ku em têxin pêşiya xwe bi gelê xwe re çêbikin. Bi awayekî zelal em ê dahat û lêçûnê ji raya giştî re parve bikin. Di vî warî de, em her dem di wê baweriyê de ne ku pêwistiya rêveberiyên xwecihî bi ramanên ciwanan heye. Di rêveberiyên herêmî de ez aqlê ciwanan weke destkeftiyek bihêz dibînin."    'XEBATA ME DÊ BIBE ÇARESERKIRINA PIRSGIRÎKÊN NAVÇEYÊ'   Adîbellî, diyar kir ku ew ê bi gel re şaredariyeke zelal bi rê ve bibin û ev tişt anî ziman: "Dema ku em qeyûman ji aliyê siyasî ve dinirxînin, ev bêhurmetî li vîna gel û desteserkirina vîna gel e. Lê Hezexê pirsgirêka sereke ave. Lê mixabin ev pirsgirêk bi salane ku nayê çareserkirin. Her wiha rêyên Hezexê jî di rewşeke xerab de ye. Em dibînin ku qeyûm tu xizmetê ji Hezexê re nakin. Li gorî agahiyên ku di destê me de 40 milyon lîre deynê şaredariyê heye. Armanca me çareserkirina pirsgirêkên herdemî yên vî bajarî ye. Her wiha yek ji xebatên me jî çareserkirina pirsgirêka avê ye ku bûye herdemî. Helbet der barê geştiyariyê jî projeyên me hene û em ê pêk bînin. Hezex bajarekî kevnare ku asûrî û gelên din bi hev re lê dijîn, di vê demê de ne ji ber sedemên siyasî û ne jî di warê rêveberiyê de nehatibû rojevê. Em ê polîtîkayên ku di warê tûrîzm û dîrokî de vê yekê derxin pêş, ji ber ku devera ku em tê de ne bajarekî qedîme. Daxwaza me ji raya giştî ew e ku di 31’ê Adarê de mil bi mil bi me re bin û bersiva pêwîst bidin qeyûman."