Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin 2024-02-28 14:45:42   AMED - Endamên Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê têkildarî tecrîda li Îmraliyê li Amedê dest bi serdanên xwe kirin.    Endamên Delegasyona Hiqûnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, ji bo hevdîtinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin Amedê. Ji Spanyayê heta Îtalya, Swêd, Norveç û Efrîqaya Başûr gelek hiqûqnas di nava şandeyê de cih digirin û ji ewil çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD). Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, rêveberên komeleyê û vasiyê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç şande pêşwazî kirin.    BAL KIŞAND SER PIŞTEVANIYÊ   Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter di serdanê de axivî û têkildarî xebatên komeleyê agahî da şandeyê. Yeter û rêveberên OHD’ê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê, tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtîgehan agahî bi şandeyê re parve kirin.    Hiqûqnasên di şandeyê de cih girtin jî bal kişandin ser piştevaniya pîşeyî. Şandeyê da zanîn ku ew tecrîd û derhiqûqtiyên li dijî Abdullah Ocalan jinêz ve dişopînin û dê tecrîdê di platformên navneteweyî de bînin ziman.   Endamên delegasyonê piştre jî çûn serdana Komeleya Jinan a Rosayê. Seroka Komeleyê Suzan Îşbîlen di serdanê de anî ziman ku piştî saziyên jinan bi destê qeyûman hatin girtin, karê wan girantir bûye. Îşbîlen têkildarî xebatên komeleyê agahî bi şandeyê re parve kir. Endamên delegasyonê li vir jî anîn ziman ku dê piştevaniya wan bidome.    Serdanên endamên delegasyonê berdewam dikin.