‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin' 2024-02-28 09:02:56 EDENE - Ji karkerên li Balafirgeha Navneteweyî ya Çûkûrovayê dixebitin yên ne endamên AKP'ê ne ji kar tên derxistin. Ji karkerên ji kar hatin avêtin M.A. anî ziman ku feraseta “ger tu ne ji me bî tu nikarî bixebitî" sîrayetî hemû qadan kiriye.  Balafirgeha Herêmî ya Çûkûrovayê ku di 28'ê gulana 2013'an de li navçeya Tarsûsa Mêrsînê dest bi çêkirina wê hat kirin, hê jî nehatine vekirin. Her wiha navê wê jî ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan ve wekî "Balafirgeha Navneteweyî ya Çûkûrovayê" hat guherandin. Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uralogluyê ku di meha çileyê da der barê xebatên projeyên xwecihî û neteweyî û xetên çûnûhatinê da agahî da, diyar kir ku li Balafirgeha Çûkûrovayê karê înşeatê dewam dike û got "Balafirgeh li ber qedandinê ye, em di heft rojên hefteyê de rojê 24 saetan dixebitin û em ê di meha çileya 2024'an de vekin.' Lê hat gotin ku balafirgeha ku di vê demê de nehat vekirin, wê di 5'ê sibatê de bê vekirin. Vekirina balafirgehê careke din hat taloqkirin.    ÇALAKÎ   Vekirina balafirgehê her roj bi ragihandina dîrokek nû tê taloqkirin û ligel vê çalakiyên karkeran jî bênavber didomin. Karkerên ku gelek caran ji ber ku nikarin mûçeyên xwe werbigirin nerazîbûnên xwe nîşan dan, herî dawî ji ber ku cihê kafeteryayê hat guhertin û şert û mercên fizîkî ne baş bûn nerazîbûn nîşan dan. Gelek karker beşdarî çalakiyê bûn û hewl dan dengê xwe bigihînin rayedar û saziyên pêwendîdar da ku daxwazên wan bên bihîstin. Li gel şert û mercên nebaş û binpêkirina mafan, lê gefa ji kar avêtinê li karkeran tê xwarin.   Midûrê Paqijiyê M.A. yê ku di bin banê Holdînga Bînsatê ya Şêwirmendî û Paqijiyê de şefê paqijiyê bû, diyar kir ku ji ber ne endamê AKP'ê ye karê wî hatiye betalkirin. M.A. da zanîn ku karkerên di înşaeta balafirgehê de dixebitin di şert û mercên xerab de dixebitin. M.A. diyar kir ku wî di meha çileyê de wekî şefê dewriyeyê dest pê kiriye û got ku karkerên ku ne endamên AKP'ê ne ji kar hatine avêtin û hefteya borî jî ji ber ku ne endamê AKP'ê bûye ew jî ji kar hatiye avêtin.   M.A., pêvajoya tespîtkirina karkeran û jikarderxistina karkeran wiha nirxand: "Rêveberiyê 'lîsteya endamên AKP'ê' da me. Ji me xwestin ku kesên navên wan di vê lîsteyê de ne diyar bikin û agahiyê bidin wan. Nêzî 150-200 karker ji kar derxistin. 'Forma destûra bêheq' bi wan dan îmze kirin û ew ji kar dûr xistin. Piştî niha bi demekê bi hinceta 'hejmara karkeran kêm bû, şef zêde ne' ez jî di nav de em 4 şef bi heman sedemê ji kar hatin derxistin."    'KARKERÊN BÊSÎGORTE DIXEBITIN HENE'   M.A. anî ziman ku karker di nava şert û mercên pir xerab de bêsîgorte dixebitin û got ku li gel vê heqdesta wan jî kêm tê dayîn. M.A. şert û mercên xebatê wiha vegotin: "Dema kabloyên elektrîkê li erdê bûn, paqijiya şil dihat kirin. Gava min karkeran hişyar kir, gotin 'Hevalekî me beriya ku tu dest bi kar bikî, ceryanê pê girt.' Yek ji personelên bêsîgorte jî di dema kar de ji xwe ve çû û ket erdê, lê ew nebirin nexweşxaneyê. Di dema xebatê de rastî mobîngê nehatim, lê ji bo derxistina ji kar ez didam zorê."    M.A., diyar kir ku niha di sektora taybet de "kadrobûna AKP-MHP'ê" pêk tê û got ku feraseta "Ger hûn ne ji me bin, hûn nikarin bixebitin" li hemû qadan belav bûye û doza afirandina çîneke karekeran a îteatkar tê kirin.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen