Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin 2024-02-28 09:00:48 SEMSÛR - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Koma Mîran û Bûlamê ew ê li gor daxwaz û xwesteke gel tevbigerin û got ku em ê şeredariya gel ava bikin û bi gel rê şeredariyê rê ve berin.  Li Semsûrê ku ji erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş bandor girt, rojeva gel çareserkirina pirsgirêka wan a xaniyan û ji nû ve ava kirina bajêr e. Gelê Semsûrê ku li benda çareserkirina pirsgirêkan e, daxwaza wan jî hevşaredar û şaredarên ku bên hilbijartin pirsgirêka wan çareser bike. Partiyên Siyasî jî li Semsûrê namzetên xwe li bajêr, navçe û bajarokan diyar kirin û di xebatên hilbijartinan de ne. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li Semsûrê namzetên xwe diyar kirin. Li bajaroka Koma Mîran ku hê di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye û bajaroka Bûlamê namzetên hevşeredariyê hatinê diyarkirin û bendewariyeke pir bi mezin li van bajarokan heye ku DEM Partî bi ser bikeve.    DEM Partiyê li Koma Mîran wekî namzetên Hevşaredariyê Bedriye Polattaş û Mahmût Kapçak nîşan dan. Bedriye Polattaş ku di 11'ê çileyê de bi hinceta "Endama rêxistinê" hat girtin vê hilbijartinê dê di girtîgehê de pêşwazî bike. Li Bûlamê jî DEM Partiyê namzetên hevşeredariyê Kamîle Ocak û Huseyîn Ûzûn nîşan dan. Namzetên hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê yên DEM Partiyê tekildarî hilbijartinên 31'ê Adarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û projeyên xwe vegotin.    'EM Ê HEMÛ GELÊ XWE HEMBÊZ BIKIN'     Namzetê hevşeredariyê Mahmût Kapçak diyar kir ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bixebitin û wiha got: “Em ê li gor rêbaza rêveberiya DEM Partiyê tevbigerin û zêdetir bixebitin. Em ê bi gelê xwe re bi hev re bi rê ve bibin. Em weke partiyên din bi zîhniyeta ku hûn dengê xwe bidin me em ê xizmeta we bikin, ger hûn nedin tu xizmet tune ye, red dikin. Em ê hem ji yên ku dengên xwe dane me hem jî yên ku dengê xwe nedane me re xizmetê bikin. Em ê bê cudahî hemû gelê xwe hembêz bikin."   'DENGÊ XWE BIDIN XWE'   Kapçak anî ziman ku namzeta hevşeredara jin Bedrîye Polattaş mehek e di girtîgehê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevseroka me mehek e di girtîgehê de ye. Di girtîgehê de be jî hevseroka me ye. Em ê bi hev re Koma Mîran bi rê ve bibin. Cudahiya me ji partiyên sîstemê ev e. Partiyên sîstemê jinan paşguh dikin, lê weke Partiya DEM’ê em bajarên xwe bi nûnejin û mêr a wekhev birêve dibin. Di dema erdhejê de Koma Mîran ku yekane şaredariya Partiya DEM’ê ye ji bo dermankirina birînên erdhejê gelek xebat kir. Banga min ji gelê me re ew e ku hûn dengê xwe bidin me em ê bi hev re bajarê xwe birêve bibin. Ji ber vê yekê em nabêjin dengê xwe bidin me, em dibêjin hûn dengê xwe bidin xwe."   'JIN Ê XWEDÎ GOTIN BIN'   Namzeta Hevşeredara DEM Partiyê ya Bûlamê Kamîle Ocak jî bi lêv kir ku jin wê di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî gotin û ev tişt gotin: "Em mal bi mal digerin û li pirsgirêk, çareserî û daxwazên gelê xwe guhdarî dikin. Xebata me bi vî awayî berdewam dike. Bertekên gel jî li hemberî me pir baş in. Gel guhertinê dixwaze. Em ê li bajarê xwe navenda hevgirtina jinan vekin. Ji bo ku jin di nava civakê de zêdetir xuya bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê bajarê xwe bi modela hevserokatiyê bi rê ve bibin da ku jin di rêveberiyê de xwedî gotin bin."   'EM Ê BI GELÊ XWE VE RÊ VE BIBIN'   Namzetê hevşaredariyê yê Bûlamê Huseyîn Ûzûn jî destnîşan kir ku pirsgirêkên bajarokê Bulamê yê ji ber erdhejê bandor bûye çareser nebûne û wiha pê dê çû: “Pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê yên Bûlamê hêj çareser nebûnê. Xelk nikarin malên xwe li cihê xwe ava bikin. Em ê ji bo hemwelatiyên me ji veguherîna li cîhê sûd werbigirin projeyên pêş bixin. Bi avakirina komîsyoneke endezyaran em ê xizmeta şêwirmendiyê ji gelê xwe re bikin û li gorî daxwazê, li gel şaredariyê em ê piştgiriyê bidin gel da ku her kes bikare malên xwe li cihê xwe ava bike. Em ê bi gelê xwe ve şaredariyê rê ve bibin."   PROJEYÊN JI BO BULAMÊ   Ûzûn diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Bûlamê proje çêkirine û wiha vegot: “Em projeyên ku li ser çanda civakê, pirsgirêkên civakî û aborî pêk tên pêş bixin. Ji bo ku çanda elewîtiyê li bajarê me yê ku elewî tê de dijîn winda nebe û xera nebe, em ê xebatên pêwîst bikin. Bi projeya me ya kampusa cemxaneyê re, hem ji ciwanên xwe ji qehwexaneyan veguhezînin qadên çandî hem jî rê li pêşya winda bûna çanda elewîtiyê bigrin. Di warê aborî de yekane çavkaniya debara me tûtîn e û ji ber zextên dewletê mirov nikarin debara xwe bikin. Em bi projeya ku em ê pêş bixin armanca me ev ê ku debara jiyanê ya alternatîf çêbikin. Em ê hewcedariya rê û avê bi cih bînin da ku deştên xwe ji bo sewalkariyê guncav bikin. Her wiha ji bo mezûnên zanîngehê yên ku nikarin bên tayînkirin jî em ê atolyeya tekstîlê vekin. Bi taybetî ji bo ciwan û jinan em ê derfetên kar biafirînin. Bi şaredariya Partiya DEM’ê gel wê bibe xwedî gotin. Anku di rêveberiyê de gel wê bibe xwedî gotin, ne desthilatdariya çend kesan. Em ê bi civaka xwe re biryaran bidin û projeyan pêş bixin."   MA / Mahmût Altintaş