Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn 2024-02-27 13:23:46 ÎDIR- Namzetiya namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bajar ve hate redkirin. Guneş, bertek nîşanî biryarê da û got ku ev biryar li ser fermana walî hatiye dayîn.  Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a girêdayî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK); namzetiya namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş, namzetiya hevşaredariya Hoşhaberê ya Emîne Yondem Kartal û serlêdanên 4 kesên ji bo endamtiya Meclisa Bajar red kir. Gelek bertek li dijî vê biryarê hatin nîşandan.    Xelkê Îdirê li dijî vê biryarê daket kolanan û bertek nîşan da. Namzetê hevşaredariyê Guneş jî bertek nîşanî biryarê da û got ku biryareke hiqûqî nîne. Guneş, diyar kir ku ev biryar li ser dengê du memûr û dadgerekî hatiye dayîn û ev biryar xwedî rabûrdiyeke dûvdirêj e. Guneş, destnîşan kir ku piştî 86 salan Şaredariya Îdirê di sala 2009’an de bi dest xistine û ev gotinên Serokê Meclisê Cemîl Çîçek bi bîr xist: “Ewqas jî nabe. Êdî xwe gihandin sînorê Ermenistanê.”    LI SER FERMANA WALÎ HATE DAYÎN   Guneş, got ku ev rewş rê li ber zextê vedike, ev 14 sal in şaredariyê bi dest dixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev kevneşopî ji wê rojê heta niha şaredariyê di destê xwe de digire. Vê yekê ranagirin. Biryara hatiye dayîn nakeve ber sûcên katalog. Lê belê di vê biryarê de îmzeya walî heye. Fermana walî heye. Ev biryar, ji bo wê ye ku rêveberiya Îdirê bikeve destê AKP’ê. Walî mîna serokê bajar dixebite.”    HEWL DIDIN BI DEST BIXIN    Guneş, bal kişand ser armanca biryarê û wiha pê de çû: “Dixwazin Îdirê dîsa bi dest bixin. Ev tevger, ev 14 sal in di şexsê têkoşîna azadiyê de weke mewziyekî di destê xwe de digire. Dixwazin bi darê zorê bi dest bixin. Ew jî dizanin ku nikarin bi rêyên demokratîk bi dest bixin. Jehrîbûna hêzê dijîn û bi hemû sepanên derdemokratîk hewl didin bi dest bixin. Endamên AKP’ê tev li civînê nebûn. Ev yek jî hesabekî zirav bû. Hemû xebatên wan li ser kurdan e. Dixwazin kurdan parçe bikin û hundirê wan vala bikin. Ev rewş jî parçeyekî wê ye. Tev li civînê nebûn û bi vê yekê dixwazin peyama ‘em tev li civînê nebûn, vaye bandoreke me tune ye li ser biryarê.’ Lê kes bi vê naxape. Lê berteka xelkê Îdirê du qet zêdetir bû. Bila baş bizanin ku em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê heta dawiyê vê mewziyê biparêzin.”   ‘TIRSA WINDAKIRINÊ’   Kartal a ku serlêdana wê ji ber cezayên pereyan hatiye redkirin û ev tişt anî ziman: “Sedema vê biryarê, tirsa wan a windakirinê ye. AKP hewl dide bi rêya diziyan hebûna xwe bidomîne. Lê gelê kurd bi wijdana xwe li ber xwe dide. Bi vê biryarê îradeya gel tê xespkirin. Bila vê baş bizanin, ev gel tu caran serî natewîne. Dê serkeftina xwe li vir pîroz bike.”    ‘DÊ GELÊ ME XWEDÎ LÊ DERKEVE’   Kartal, axaftina xwe wiha qedand: “Ez bûbûm namzeta parlamenteriyê jî û YSK’ê tu astengî dernexist. Tiliya AKP’ê di vê biryarê de heye. Ji bilî vê tu vebijêrkên din nînin. Tişta ku bi girtin û qeyûman nekarî bike, îcar hewl dide bi xespkirina îradeyê bike. Baweriya me ya bi gelê kurd heye. Baweriya me bi wijdana gelê me tê. Gelê me dê xwedî li xwe derkeve. Tu caran serî li ber zextan netewand û dê netewîne. Dê Mehmet Nûrî Guneş biçe û bi hezaran Mehmet Nûrî Guneş bên cihê wî. Dê Emîne Yondem Kartal biçe lê dê bi hezaran hevalên jin bên şûna wê. Di vê mijarê de tu pirsgirêk nînin.”    Her du namzetan jî diyar kirin ku dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîrazê bikin.