Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e 2024-02-27 12:11:53 AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Geverê bi coşa DEHAP’ê hate pêşwazîkirin û ji Geverê heta Mêrdînê, di tevahiya tura hilbijartinê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li xebatan da.  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan starta xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li Colemêrgê da. Rawestgeha ewil a Bakirhan bû navçeya Şemzînanê ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Hevdîtina gel a li vê derê veguherî mitîngê û Bakirhan bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di sînorê şerê ku AKP’ê kûr kirî de gel peyama yekitiya neteweyî da. Şaredariya Şemzînanê AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi rêbaza “veguhestina hilbijêran” bi dest xistibû û xelkê navçeyê peyama serkeftinê da.    LI GEVERÊ RUHÊ DEHAP’Ê DÎSA ZINDÎ BÛ      Bakirhan û pandeya pê re piştre derbasî Geverê bû û tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Buro, li ser Cadeya Cengîz Topel hate vekirin û ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bû. Xelkê bajar Bakirhan bi meşaleyan û dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kir. Di vekirina buroya hilbijartinê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş. Her wiha xelkê navçeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd weke navnîşan Girava Îmraliyê nîşan da. Bi hezaran kesên cadeya qeyûm veguherandî gola heriyê tije kirin, serdana Bakirhan a di sala 2003’yan de bi bîr xist ku wê demê Serokê Giştî yê DEHAP’ê bû. Bakirhan, got ku ruhê 2003’yan dîsa zindî bûye û anî ziman ku dê di hilbijartinan de qeyûman bişînin.    BERSIVA LI QUNTARÊ ÇIYAYÊ KATO      Bakirhan û şandeya pê re piştî navçeyên Colemêrgê, derbasî navçeya Elkê ya Şirnexê bû. Hevdîtina gel a li vê derê rastî gelek astengkirinên polîs û leşkeran hat. Tevî hewldanên astengkirinê yên leşker û polîsan jî hevdîtina bi gel re hate lidarxistin. Bakirhan, li vir bertek nîşanî “veguhestina hilbijêran” û zextên eşîran da. Bakirhan ku bersiv da zextên namzetê AKP’ê Kamîl Durmuş ê bi nelirêtiyên xwe û zextên li ser eşîran dike tê zanîn û “hilbijêrên veguhestî” da. Bakirhan, Çiyayê Kato nîşan da û wiha got: “Ne Îskenderan ne jî Persan nekarîn van çiyayan derbas bikin. Diz qet nikarin derbas bikin.”    CIWAN Û JIN LI DIJÎ ‘TIFAQA ELKÎ’ NE     Ciwan û jinên navçeyê zextên eşîran ku Bakirhan bal kişandibû ser weke “Tifaqa Elkî” pênase kirin û gotin: “Tifaqa Elkî anku tifaqa gur ava kirine. Em ê vê tifaqê bi dengên ji ciwanên wan digirin belav bikin. Ciwanên dengê xwe didin êdî ne kesên kal, li fikrên xwe guhdarî dikin.” Welatiyan bal kişandin ser polîtîkaya “veguhestina hilbijêran” a îktîdarê û ev tişt anîn ziman: “Elkê dê êdî îradeyeke ji derve qebûl neke.”    ‘PIRGIRÊKA KURD ROBOSKÊ YE, 33 GULE YE’     Piştre jî Bakirhan û şandeya pê re çûn navçeya Qilebanê ku dewleta tirk 34 sivîl li gundê Roboskê bi balafirên şer qetil kiribû. Polîsan hewl dan bi dorpêçê asteng bikin lê şande bi coşeke mezin a gel hat pêşwazîkirin. Bakirhan, diyar kir ku bi hezaran kes di bin navê “hilbijêr” de li navçeyê hatine veguhestin û navnîşanên lê hatine veguhestin eşkere kir. Bakirhan, bang li hilbijêran kir ku di roja hilbijartinê de li ser sindoqê bin û wiha bal kişand ser Komkujiya Roboskê: “Pirsgirêka kurd, Roboskê ye, 33 Gule ye.” Bakirhan, bang li îktîdarê kir ku dev ji polîtîkaya şer berde û vexwend çareseriyê.    BÊTEHEMÛLIYA WALIYÊ BI ROZETA AMPULÊ    Şandeya DEM Partiyê piştre derbasî Şirnexê bû ku di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de leşker bi sedan wesayîtên zirxî hatibûn û dengê xwe lê dabûn. Şande li vir jî rastî astengiya Waliyê Şirnexê Cevdet Atay hat ku li bajar ji bo namzetê AKP’ê Mehmet Yarka dixebite. Walî, pêşiya avahiya partiyê bi makîneyên kar girt. Bakirhan bertek nîşan da û ji bo walî pênaseya “Waliyê bi rozeta ampulê” kir. Bakirhan, ji bo leşker û polîsên ji Amasya û Trakyayê di bin navê “hilbijêr” de li bajar hatine veguhestin jî pênaseya “heram” û “qaçax” kir. Di dema hevdîtina gel de ku coşeke mezin hebû, polîsan gelek caran hewl dan provakasyonan bikin. Piştî hevdîtinê gel govend gerand. Lê polîsan êrişî ciwanan kirin, derb kirin û binçav kirin. Xelkê bajar bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bersiva êrişan da.    DERDÊ CIZÎRÊ AZADIYA ABDULLAH OCALAN E     Bakirhan ê derbasî navçeya Cizîrê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 77 hate rêveberiyê û bi tayînkirina qeyûm vîna gel hate xespkirin bû, li vir bi pêşwazîkirina ciwanan re derbasî qada hevdîtinê bû. Ciwanan ji soza namzetê AKP’ê Omer Yildiz a “Cizîr dê bibe bajar” re bersiva “Derdê me azadiya Abdullah Ocalan e” dan. Li Cizîra ku Bakirhan careke din ji bo çareseriya meseleya kurd îşaret bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir, piştî hatina bahev a bicoş, ciwanan bi meşa girseyî ya lidarxistin re peyama xwe dan.    ‘DEM PARTÎ MIDYAD A KU GEL LÊ DIJÎN E’      Rawestgeha ewil a Bakirhan ê pişt re derbasî Mêrdînê bû, bû navçeya Kerboranê. Li Kerboran a ku gel biryara xwe daye, gel peyam da ku namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê xwişka Garîbe Gezer a di girtîgehê de bi îşkenceyê hate qetilkirin Asya Gezer ji niha ve hatiye hilbijartin. Li Midyadê jî pêşwazîkirina konvoya DEM Partiyê, agahiya encamên sindoqan da. Hevserokê Giştî Bakirhan ê ji aliyê hilbijêrên partiyên din ve jî bi îşareta serkeftinê hate pêşwazîkirin, anî ziman ku partiya wan Mîdyad a gelên kurd, tirk, suryan û ereb bi hev re lê dijîne.    LI NISÊBÎNÊ JÎ DAXWAZA AZADIYA OCALAN HATE DESTNÎŞANKIRIN      Eleqeya zêde ya di tûra hilbijartinê de nîşanî DEM Partiyê hate dayîn, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku li dijî rêveberiya xweser bû hedefa êrişên topyekun ên AKP’ê gihişt lutkeyê. Konvoya DEM Partiyê ya bajarê Qamişlo yê Rojava ku di navbera wê û Nisêbînê de têl hatine kişandin bi dirûşmeyan silav kir, ji ber eleqeya zêde ya gel bi darê zorê karî bikeve navçeyê. Li ser vê yekê ligel Bakirhan bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ya partiyê ve dest bi meşê kirin. Di hevdîtina bi gel re ku ji 7 salî heta 70 salî gel herikiyê, daxwaza azadiyê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate destnîşankirin.    ‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIVA TIFAQA JÎTEMÊ BIDIN’      Bakirhan û şandeya pê re, li navçeya Dêrikê ji aliyê dayikên ku li ser kitanên xwe laçikên spî li xwe kirin bi çiqilên zeytûnan ên sembola aştiyê ne hatin pêşwazîkirin. Bakirhan, li Dêrîka ku gelek cînayetên kiryarên wan nediyar hatine jiyîn peyama “Me li dijî tifaqa JÎTEM’ê tifaqa gelan ava kir” da, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de bersivê bidin AKP’ê.    Rawestgehên dawî yên tûra ewil ên Bakirhan bûn navçeyên Şemrex, Mehsert û Artûklû yên Mêrdînê. Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya li Şemrexê de axivî, dîsa ligel govenda gel bi coşeke mezin ber bi navçeyên din ve hate oxirkirin.    Ma / Mujdat Can