Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir 2024-02-27 11:40:53   STENBOL - Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz ji tawanbariyên lê dihatin kirin beraet kir.    Duyemîn danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Nadiye Gurbuz ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin.    Gurbuz tev li danişînê nebû lê parêzerên wê amade bûn.    Dadgehê ji bo Gurbuz biryara beraetê da.