Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin 2024-02-27 10:31:58   SEMSÛR - Kesê bi navê Kasim Avci li Şemîzinanê hevjîna xwe Tugba Avci û xizmê xwe Abîdîn Avci û kurê wî yê 9 salî Mûstafa Avci qetil kir.    Zilamê bi navê Kasim Avci li gundê Taşkuyu yê navçeya Şemîzinan a Semsûrê hevjîna xwe Tugba Avci, xizmê xwe Abîdîn Avci û kurê Abîdîn Avci yê 9 salî Mûstafa Avci qetil kir.    Di arêşeyê de Kasim Avci çek bi kar anî û hevjîna xwe Tugba, ji xizmên xwe Abîdîn û kurê wî yê 9 salî û kesekê din birîndar kir. Her wiha di êrişê de Avci bi xwe jî birîndar bû û ji cihê bûyerê reviya. Kesên birîndar bûyîn rakirin nexweşxneyên Kolik û Şemîzinanê û Nexweşaxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.    Tugba, Abîdîn û Mûstava Avci ku di êrişê de giran birîndar bûbûn, tevî hewldanan jî nehatin xelaskirin. Cenazeyên her sêyan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Têkildarî kesê 4’emîn ê di êrişê de birîndar bûyî tu agahî nehatin bidestxistin.