Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin 2024-02-27 10:29:56   AGIRÎ - Namzetên Hevşaredariyê yên Panosê yên DEM Partiyê Rojbîn Kartal û Kerem Kirtay destnîşan kirin ku dê mekanîzmayeke ku hemû biryaran bi gel re wergirin ava bikin û armancên xwe vegotin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi şandina qeyûman a ji Kurdistanê ji Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê re amadekariyan dike, bi namzetên hevşaredariyê yên bi pêşhilbijartinê diyar kirin dest bi xebatan kir. Namzetên hevşaredariyê yên li navçeya Panos a Agiriyê Rojbîn Kartal û Kerem Kirtay ên ji aliyê gel ve hatin diyarkirin, anî ziman ku bi gel re dê feraseteke şaredarvaniya ku hemû pirsgirêkan çareser bike ava bikin.    ‘EM JI BO XIZMETA GEL BI RÊ KETIN’    Yek ji namzetên hevşaredariyê Kerem Kirtay, diyar kir ku DEM Partî partiya bindest û kesên keda wan tê xwarine û anî ziman ku ji bo xizmeta gel bi rê ketine. Kirtay, bal kişand ser bêkarî û nelirêtiya li navçeyê û wiha got: “Ji bo qadên kar ava bikin em ê xebatan bidin dest pê kirin. Ji bo ku mirov bikarin debara xwe bikin neçar dimînin ku biçin bajarên din û di înşaet û karên giran de bixebitin. Heke em li vir ji bo mirovên xwe îstîhdama kar biafirînin, dê li vir bixebitin. Em ê piştgiriya mirovên ku karê xwe ava bikin, bikin û derfetan pêşkeşî wan bikin. Em ê ji bo ciwanan saziyên çand û hunerê vekin. Ji ber ku polîtîkayên şerê taybet ku dewlet li Kurdistanê li ser ciwanan dimeşîne kûrtir dibin. Dewlet hewl dide ciwanan bêkar bihêle û mûhtacî ber destê xwe bike. Em ê ji bo ciwanan û jinan atolye û perwerdehiya tekstîlê vekin.”   ‘EM Ê ŞAREDARVANIYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’    Kirtay, da zanîn ku çavkaniya debarê ya bingehîn çandinî û sewalkariye û wiha berdewam kir: “Mixabin mirovên ku karên sewalkariyê dikin nikarin berhemên di hilberînin bifiroşin. Em ê di bin navê şaredariyê de şîr û berhemên ji şîr çêdibin bikirin û bikin ku bifiroşin. Bi vê pergalê hem berhemên ku jin dihilberînin û dixwazin bifiroşin rast e rast digihe kesên ku dê berheman bikirin hem jî ji jinan re ji aliyê aboriyê ve dahatek tê. Li navçeyê hema bêje tesîsên qadên civakî tune ne. Bêyî ku zirarê bidin xwezayê em ê qadên jiyanê ava bikin. Em ê derfetên şaredariyê pêşkeşî xizmeta gel bikin.”    Kirtay, anî ziman ku dê namzeta hevşaredariyê Rojbîn Kartal re ji bo gel karên girîng bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di hemû xebatên xwe de biçin cem gel û em ê bi hev re biryarê bidin. Em ê bi gel re mekanizmaya biryarê ya hevpar ava bikin. Em ê şaredariyeke demokratîk ava bikin.”   ‘EM ŞAREDARVANIYA JINÊ TÊXIN MERIYETÊ’    Namzeta hevşaredariyê Rojbîn Kartalê jî anî ziman ku dê ewilî ji bo çareseriya pirsgirêkên jin û ciwan dijîn dê xebatan bidin meşandin. Kartal, anî ziman ku dê şaredarvaniya jinan têxin meriyetê û ev tişt gotin: “Em ê projeyên ku jin bi xwe hilberînin û bifiroşin û di mijara azadiya aboriyê de rehet bibin çêbikin. Ji bo ku jin berhemên di hilberînin bifiroşin em ê qadan ava bikin. Em dixwazin ji jinan re îstîhdama kar ava bikin. Em ê li dijî tundiyê navendên piştevaniyê ava bikin.”   NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ KARTEL Û KIRTAY KÎ NE?    Rojbîn Kartal di sala 1997’an de li navçeya Panosê hate dinê. Kartal a mezûna lîseyê ye, di salên xwe yên ciwantiyê di nava xebatên siyaseta kurd de cih girt. Kartal a demekî dirêj xebatên ciwanan bi rê ve birin, pişt re weke aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe meşandin. Kartal a di nav xebatên Navenda Çandê ya Serhed a Panosê de jî cih girt, zewicî ye û du zarokên wê hene.    Kerem Kirtay, di sala 1978’an de li navçeya Panosê hate dine. Kirtay ê salên 2000’î de li Dîlokê di nav xebatên siyasî yên Baskê Ciwanan ê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de cih digirt, di Hilbijartinên Herêmî yên 2009’an de weke endamê Meclisa Şaredariyê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hate hilbijartin. Kirtay ê di sala 2014’an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) weke endamê Meclisa Şaredariyê hate hilbijartin zewicî ye û 8 zarokên wî hene.    MA / Hakan Yalçin