Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê 2024-02-27 10:27:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Mitabeqeta Dolmabahçeyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “Di rêwîtiya 55 salan de bêhnvêdaneke kin” pênase dike, tevî hemû hewldan û hişyariyan jî ji hêla AKP’ê ve hate betalkirin.    Ji roja damezirandina komarê ve gelê kurd rastî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê hatin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku statûyeke demokratîk a gelê kurd çêbibe, ji sala 1993’yan heta niha di nava hewldanên çareseriya demokratîk de ye. Ev israra xwe di pêvajoya guftûgoyê ya di navbera salên 2013-2015’an de jî domand. Grevên birçîbûnê yên di 12’ê îlona 2012’an de li dijî tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê hatiye destpêkirin, di roja 68’an de li ser bangawaziya Rêberê PKK’ê hate bidawîkirin û rê li ber pêvajoya di navbera 2013-2015’an de vekir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya berê Ayla Akat Ata di 3’yê çileya 2013’an de çûn serdana Girava Îmraliyê û di bin navê “çareseriyê” de pêvajo dest pê kir. Abdullah Ocalan ev pêvajo weke “hewldana ji bo aştiya heqîqî ya di navbera kurd û tirkan de” pênase kir.    Pêvajo du salan berdewam kir û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk gihişt qonaxeke girîng. Lê belê AKP’ê Mitabeqeta Dolmabahçeyê ku ji 10 xalan pêk dihat înkar kir û vegeriya konsepta şer. Bi vê yekê re ev pêvajo jî hate têkbirin. Abdullah Ocalan di tevahiya pêvajoyê de hişyariya “Heke çareserî pêş nekeve dê mekanîka darbeyê bikeve dewrê” dikir. Lê AKP’ê di sala 2015’an de konsepta şer xist dewrê û ev 9 sal in li ser esasê vê konseptê welêt birêve dibe. Me, nirxandinên Abdullah Ocalan ên di navbera 4’ê sibatê û 27’ê sibata 2015’an de ku di dema civînên bi şandeya dewletê û Şandeya Îmraliyê re de kiribûn, berhev kirin.    DI RÊWÎTIYA 55 SALAN DE BÊHNVEDANEKE KIN   Tevî Abdullah Ocalan, kesên di nava şandeya dewletê de cih digirtin jî ev civîn weke “civîna dîrokî” pênase kirin. Abdullah Ocalan di vê civînê de qonaxa di çareseriya demokratîk de weke “Di rêwîtiya 55 salan de bêhnvedaneke kin” pênase kir û ev nirxandin kir: “Ev maseye di vê rêwîtiyê de bêhnvedaneke. Ez spasiya her kesên di avakirina vê maseyê de ked dayîn dikim. Ji bo min ne cih an jî şêweya vê maseyê, avakirina maseyê bi xwe girîng e. Di easê xwe de ev destpêkeke. Çima destpêk e? Di nava rêwîtiya hezar salan de ev maseye xwedî wateyeke xweser e. Hewldanên min jî ji bo wê bû ku ev maseye newergere û dê ji vir û şûnde jî wisa be.”    MASEYA KU DÊ HEMÛ PIRSGIRÊK LI SER BÊN AXAFTIN   Abdullah Ocalan, diyar kir ku maseya li Îmraliyê tê avakirin maseya rêgezê ye û got: “Ji bo dahatûya demokratîk a dewlet û civakê tam jî maseya rêgezê ye. Taybetiya rêgezê jî ev ferasete ye; ji rêgezê tawîz nayê dayîn. Bingeheke wê ya hezar salî heye. Em çanda qedîm jî tevî dikin û qala maseyeke çareseriyê ya me xwe gihandiyê dikin. Em niha destpêkeke girîng didin destpêkirin. Ji bo alîgirên civaka demokratîk jî ev maseye divê gelek biqîmet be. Ez girîngiyê didim vê çanda qedîm. Ez ji çerxa jiyanê derbas bûm lewma dizanim û ez bi xwe jî kedkarekî gund im. Ji malbatekî wiha têm. Min paletî jî kir. Vê maseyê eleqeya xwe bi keda di nava zeviyan de re jî heye. Anku em ê hemû pirsgirêkan li ser vê maseyê biaxivin.”    DEMOKRATÎKBÛNA DEWLET Û CIVAKÊ   Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku muzakereyên tên kirin xwedî taybetiyeke ku hemû demokratîkbûna dewletê hem jî ya civakê di hundirê xwe de dihewîne û ev nirxandin kir: “Li dijî her gava di vê mijarê de tê avêtin dê darbeyeke bikeve meriyetê. Îro dê bedelekî vê civînê jî hebe. Dê darbeyeke dijber pêş bikeve. Bila Sakîne bê bîra we. Piştî civîna me ya ewil a li vê derê, li Parîsê bersiv dan. Piştî her geşedaneke girîng, teqez darbeyek pêş ket. Roboskê, qetilkirina 13 gundiyan a li Colemêrgê, operasyonên KCK’ê û bi sedan tiştên din. Ev her tim wiha bû. Rêbaza ku talûkeya şênber ji holê rabike ew e ku Tirkiye ji vê rewşa şer û Rojhilata Navîn ji rewşa kaosê rizgar bibe ye. Pêşxistina çareseriya li ser esasê xwişk-biratî, aştî û demokrasiyê ye. Ev jî divê sivik neyê destgirtin. Em dikarin vê li vir bikin. Ya herî saxlem ew e ku em civaka demokratîk pêş bixin. Ev maseye, maseya wê ye.”    MIJARA HERÎ GIRÎNG: DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK    Di heman hevdîtinê de Abdullah Ocalan bal kişand ser “Destûra Bingehîn a Demokratîk” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 1923’yan de dema ber bi Destûra Bingehîn a 24’an ve de, derfeta Destûra Bingehîn a Demokratîk hebû. Lê belê koma duyemîn a Meclisê hate tasfiyekirin û rêya dîktatoriyê hate vekirin. AKP jî dixwaze destûra bingehîn a hegemonî ava bike. Di serî de qanûna ewlehiyê, ev zîhniyet ji ewil dê AKP’ê bibe. Ev qanûn e li ser bingeha provokasyonê tê amadekirin. 6-7 Cotmeh bi xwe provokasyon bû. Çêkirina qanûnê ya li ser provokasyonê dê bi xwe re mezinkirina pirsgirêkê bîne. Derbikeve jî dernekeve jî ji bo min bêqîmet e. Ji bo min a girîng, destûra bingehîn e.”    STATÛYA LI SER BINGEHA DEMOKRASIYA HERÊMÎ   Abdullah Ocalan, diyar kir ku mitabeqeta heyî ji bo bidestxistina statûyeke demokratîk a li ser bingeha demokrasiya herêmî ye û ev tişt anî ziman: “Hedefa me ew e ku hemû nasname û hebûnên din (cemaet, terîqet, etnîsîte, çîn, bawerî, civaka sivîl û hwd.) statûyeke demokratîk bi dest bixin. Ez weke statûya demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk tînim ziman. Ez hinek hesasiyetan li ber çav digirim û peyva demokrasiya herêmî bi kar tînim. Ev aliyê demokrasiyê yê herêmî ye. Em ê aliyê wê yê neteweyî jî nîqaş bikin. Em ê Tirkiyeyê ber bi demokrasiya herêmî ve bibin. Her wiha em ê bikin hemwelatiya azad. Em ê hemwelatîtiyê jinûve pênase bikin. Em ê ne xulamên dewletê, hemwelatiyên dewletê pênase bikin. Pênaseya hemwelatîtiyê di nava aloziyeke mezin de ye.”    QONAXA ÇARESERIYA ZAGONÎ-MAKEQANÛNÎ   Rojek beriya mitabeqetê di 27’ê sibata 2015’an de Abdullah Ocalan di hevdîtinê de rexneyên xwe yên têkildarî helwesta hikûmetê wiha ji şandeya dewletê re gotibû: “Em hewl didin ev pêvajoye pêş bikeve. Heke çareserî çênebe dê bi hezaran mirov bimrin. Min ev yek fêm kir û tişta pêwîst dikim. Lê nizanim bê ka wan jî girîngiya vê yekê fêm kirine yan na. Bi wan re baş nîqaş bikin. Ji bo ku civaka Tirkiyeyê careke din vê karesatê nejî, ev 13 sal in em hewl didin hinek tiştan pêş bixin. Em hatin ber qonaxa çareseriyeke qanûnî-makezagonî.”   STATÛYA DEMOKRATÎK A GELÊ KURD   Abdullah Ocalan, di hevdîtinê de got ku ew dixwaze bike ku gelê kurd bibe xwedî satûyeke demokratîk û wiha domand: “Statûya demokratîk nayê wateya dewletê, statûyeke nasnameyê ye. Li gorî dewleta unîter her kes şexs e, serbixwe ye. Mafekî wî/wê ya dengdayînê heye. Netewe-dewlet faşîzm e. Hîtler ji bo afirandina nîjadeke yektîp hewl da vê bi kar bîne. Heke Hîtler û Musollînî mirov kuştibin, netewe-dewletan jî heman tişt kir. Li Tirkiyeyê jî di vê mijarê de hewl dan çêbûn lê ne li gorî rastiyê bûn. Heta cudahî nebin jiyan jî nabe. Gerdun her tim guherî û wisa bû gerdun. Li Tirkiyeyê nasnameyên li ser bingeha cudahiyan hene. Weke mînak, nasnameyên olî, etnîkî û baweriyan hene. Hûn nikarin tenê yek kesî jî bênasname bihêlin. Di nava civakê de gelek nasname hene. Anku înkarkirina cudahiyan mîna înkarkirina gerdunê ye. Em naxwazin di vî baxçeyî de çîçekeke yektîp hebe. Heke yektîp jî be, weke mînak laleya yektîp tune ye. Gelek cureyên wê hene. Teoriya me ev e. Divê em komarê li gorî esasê ku her kes nasnameya xwe hilbijêre binirxînn. Çareseriya min ev e.”    GIRÎNGIYA MECLIS Û ŞANDEYA ŞOPANDINÊ   Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya Meclis û Şandeya Şopandinê ya ji bo çareseriyê û ev nirxandin kir: “Min di demên berê de jî got ku divê di bin sîwana Meclisê de komîsyonek were avakirin û kesên di Şandeya Şopandinê de tê de cih bigirin. Heke ev yek were kirin ez ê bangawaziyeke ku Danezana Newrozê jî derbas dike bikim. Divê hikûmet jî vê bi vî awayî binirxîne. Weke daxuyaniyeke hevpar tu elehî di xwendeka vê metnê de nîne. Îmzeya min ne îmzeyeke jirêzê ye. Min 55 salên emrê xwe dan vê têkoşînê. Divê wateya îmzeya min were zanîn. Nirxekî kedê ya 55 salan a vê îmzeyê heye.”    ‘HEKE AKP OTORÎTER BIBE DÊ XWE TUNE BIKE’   Di demeke ku pêvajoya guftûgoyê ya li Îmraliyê vediguheriya pêvajoya muzakereyan, îktîdarê “Qanûna Ewlekariyê” derxistibû û Abdullah Ocalan fikarên xwe yên di vê mijarê de wiha vegotibû: “Dê ev rewş zirarekî mezin bide îktîdarê. Heke AKP otorîtertir bibe dê xwe tune bike. Heke AKP heqîqî nebe îcar dê gerîla vê carê şerekî heqîqî bide destpêkirin. Heke lihevkirin tune be, çareserî nebe, aştî nebe û faşîzmê ferz bikin, wê demê dê şer dest pê bike. Van tiştan ji wan re jî bibêjin. Girîng e ku hûn vê daxuyaniyê bidin. Divê hûn sibe bikin. Sibe 28’ê sibatê ye û salvegera darbeyekê ye. Ji bo kesên mîna me li dijî darbeyê girîng e.”   ‘EM PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK VEDIKIN’   Rêberê PKK’ê têkildarî mitabeqeta ku dê li Dolmabahçeyê bihata ragihandin jî wiha got: “Hûn dikarin weke şandeyên HDP û AKP’ê ragihînin. Di bin de îmzeya min heye. Dewlet jî dikare îmze bike yan jî neke. Êdî ew dizanin. Heke îmzeya wan hebe dê cidîtir be. Ev qonaxa ewil e, anku qonaxa inyetê ye. Qonaxa duyemîn jî ya erêkirinê ye. Dê di hizûra parlamento û Lijneya Şopandinê de were liarxistin û Dadgeha Destûra Bingehîn jî bê daxilkirin. Em ê di hizûra dewletê de, di hizûra parlamentoyê de bikin. Em ê ji yên Dadgeha Destûra Bingehîn tên re jî pirsa ‘gelo tişta em dikin li gorî destûra bingehîn e yan na?’ Sibe, xwedî wateyeke mezin e. Em pêşiya siyaseta demokratîk vedikin. Daxuyaniyên dîrokî yên esasî ez ê bikim.”   MA / Ozgur Paksoy