Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin 2024-02-27 09:07:46   STENBOL- Mirova Şemiyê Îkbal Eren Yarici ku li aqûbeta birayê xwe Hayrettîn Eren ê 44 sal in winda ye pirsî, bertek nîşanî doza ji ber çalakiya wan li wan hatiye vekirin da û got: "Divê yên em mexdûr kirine bên darizandin."   Kesên ku li aqûbeta kesên di salên 1990'î de hatin windakirin û di girtîgehê de hatin qetilkirin dipirsin, ji aliyê daraza desthilata AKP'ê ve hedef tên girtin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku bi salane li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li aqûbeta xizmên xwe yên winda û hatin qetilkirin dipirsin, di hefteya 700’emîn a çalakiya xwe de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû ve bûn hedefa êrişên polîsan. Der barê 20 Dayikên Şemiyê/Mirovên şemiyê de ku her hefte tên astengkirin, bi hinceta di çalakiya 950'emîn de qanûna "muxalefeta li qanûna civîn û xwepêşandanan" ya bi hejmara 2911'an binpê kirine, doz hat vekirin. Di çarçoveya dozê de 20 kes îro dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 39'an a Edliyeya Stenbolê derkevin pêşberî dadger.   Îkbal Eren Yarici, xwişka Hayrettîn Eren ê 44 sal berê di binçavan de hat windakirin, ku doz lê hat vekirin û parêzer Jiyan Tosûn têkildarî zext û pêkanînên darazê yên li ser Dayikên Şemiyê axivîn.   44 SAL IN TÊDIKOŞE   Îkbal Eren Yariciyê bi bîr xist ku birayê wê Hayrettîn Eren di sala 1980'an de li girtîgehê hatiye windakirin û got ku ji wê demê heta niha têdikoşin. Erenê anî ziman ku birayê wê nêzî 44 sal berê hatiye windakirin û ew jî 28 sal in bi Dayikên Şemiyê re ji bo maf û edaletê têdikoşe û got: "Windabûna di bin çavan de polîtîkaya dewletê ya li vî welatî ye. Ji ber ku me ev yek anî rojevê ji bo me Qada Galatasarayê hat qedexekirin. Piştî ku em rastî tundiya giran a polîsan hatin, rastî vê qedexeyê hatin. Piştî hefteya 700’î em nikarin biçin Qada Galatasarayê. Me li ber ÎHD an jî bi rêya medyaya dîjîtal daxuyaniyên xwe dan. Me hewl da ku em li gorî şert û mercan pêk bînin."    BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN   Erenê diyar kir ku di encama serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) de biryara binpêkirinê hatiye dayîn û wiha got: “Tevî ku ev biryar hem ji qeymeqamtiya Beyoglûyê û hem jî ji midûriyeta polîsan re hatiye ragihandin jî, her tim daketina qadê li me hat qedexekirin. Bi temînata vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di hefteya 941’emîn de me dîsa dest bi çûna Qada Galatasarayê kir û mixabin dîsa em hatin binçavkirin. Destên hinekan kelepçe kirin, li me hinekan xistin. 30 hefteyan Dayikên Şemiyê dev jê berneda, lê wan jî dest ji ya xwe berneda. Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî em ferq kirin, daxuyaniyeke sosret da û got, "Em ê mexdûriyeta Dayikên Şemiyê çareser bikin.' Piştî vê daxuyaniyê Walîtiya Stenbolê xwest bi me re hevdîtinê bike. Di encama muzakereyan de ku hefteyekê dom kir, destûra daxuyaniyeke 5 deqeyî hat dayîn."   ‘DIVÊ YÊN EM MEXDÛR KIRIN BÊN DARIZANDIN'   Erenê bal kişand ser doza ku di hefteya 950'emîn de hatiye vekirin û wiha got: "Em bi salan e dizanin ku ji bo windahiyên me hiqûq tune ye, lê hem di hefteya 700'emîn de darizandina Dayikên Şemiyê û hem jî danişîna ku em ê di 27'ê Sibatêd e biçin, tiştên trajîkomîk in. Ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafên me hatine binpêkirin. Wezîrê Karên Navxweyî xwest mexdûriyeta me çareser bike, nexwe em mexdûr in. Lewma divê yên bên darizandin ne em, ew bin."    Erenê diyar kir ku ev 28 sal in bang dikin û got: “Li vir têkoşîna demokrasiyê heye. Em ne tenê ji bo mirovên xwe yên winda, ji bo maf û edaletê jî li vî welatî têdikoşin. Em vê yekê ji bo her kesî dikin, lewma çawa ku em her roja Şemiyê bang dikin, ez bang li her kesî dikim ku her kes jib o danişîna me ya 27'ê Sibatê ku dê li Çaglayanê bê lidarxistin hesas be."    DORPÊÇKIRINA QADA GALATASARAYÊ   Parêzer Jiyan Kayayê jî da xuyakirin ku qedexeya hefteya 700'emîn biryareke siyasî ye û got: "Bi daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê, di hefteya 700'emîn de destwerdaneke tund hat kirin û ji wê rojê heta niha jî li wir destûra çalakiya Dayikên Şemiyê nayê dayîn. Û Qada Galatasarayê bi rastî jî hatiye dorpêçkirin."   Kayayê anî ziman ku destwerdana di hefteya 700’emîn de birine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û got: “Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku ev der ji bo Malbatên Şemiyê bê vekirin û mafê xwepêşandan û kombûnê hatiye astengkirin. Malbatên Şemiyê di hevdîtina hefteya 941’emîn de dîsa daketin Qada Galatasarayê û 30 hefte bi muameleyeke xirab hatin binçavkirin. Di van 30 hefteyan de me her hefte me gilî kir, lê bê encam man. Lê ji ber çalakiya hefteya 950’emîn der barê wan de doz hat vekirin.”   ‘POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ TÊ DOMANDIN'   Kayayê anî ziman ku daxwazên rewa yên Dayikên Şemiyê hatine paşguhkirin û wiha got: “Dosya di refikan de hatin ragirtin û bi hinceta demboriyê dosya hatin girtin. Di vî warî de polîtîkaya bêcezakirinê heye. Di heman demê de bêencamhiştina giliyên Dayikên Şemiyê jî berdewama polîtîkayên bêcezakirinê ye."