Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin 2024-02-27 08:34:13   WAN - Rojnameger Arîf Aslan û Oktay Candemîr di encama serdegirtinên malan ê li Wanê de hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Wanê bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rojnameger Arîf Aslan û Oktay Candemîr hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat zanîn. Hat zanîn ku rojnameger birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.