Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn 2024-02-26 21:47:39   COLEMÊRG - Li Taxa Xoşeb a navçeya Payîzava ya Wanê otobêsa rêwiyan di bin aşîtê de ma. Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.    Li herêma di navbera rêya Wan-Colemêrgê de aşît çêbû. Piştî aşîta li gundê Xoşeb ê navçeya Payîzava ya Wanê, hat hînkirin ku otobêsa rêwiyan di bin aşîtê de maye.   Hat hînkirin ku ji kesên di bin aşîtê de mane, kesek jê jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî birîndar bûne û kesek jî winda ye.