Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin 2024-02-26 09:00:17   SEMSÛR – Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahatîn Bîlgîn, diyar kirin ku ew ê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê şaredariya gel ava bikin û gotin: “Em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."   Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê ku dê Rêveberiyên Herêmî bên diyarkirin rojeva hilbijartinan a bajaran jî germ dibe. Lê rojeva gelê Semsûra ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê weranbû hê erdhejê. Tevî ku zêdeyî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî mexdûrên erdhejê li bajarên konteyniran dijîn û hê pêdiviya wan a xaniyan nehatiye çareserkirin. Li Semsûra ku bi salan e di bin desthilatdariya AKP'ê de ye, gelek avahî bûne xirbe, hilweşandina gelek avahiyên ku xisar dîtine jî bi dawî nebûye. Li Semsûra ku birînên erdhejê nehatine pêçan, gel di konteyniran de hilbijartinên herêmî pêşwazî dike.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevserokên bajêr, navçe û bajarokên Semsûrê diyar kirin. Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de DEM Partî wê li Semsûrê bi namzedên hevşeredariyê Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn re bikeve hilbijartinan. Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn ên tekildarî hilbijartinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn, diyar kirin ku dê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê wê şaredariya gel ava bikin.   'EM Ê SEMSÛRÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'   Turkan Erkenek, bi bîr xist ku li Semsûrê erdhejeke mezin pêk hat û got ku birînên erdhejê hê jî nehatine dermankirin. Erkenek wiha dirêjî da axaftina xwe:"Gelê me hê jî di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijî. Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye, hê jî bermahiyên erdhejê nehatine rakirin. Av hîn qirêj e, binesazî pirsgirêk e çareser nebûye. Toza kavilên ku nehatine rakirin dibe sedema nexweşiyan. Tevî ku salek derbas bûye jî birînên erdhejê nehatine dermankirin. Em ê bajarê xwe yê wêrankirî li gorî dîrok û çanda Semsûrê ji nû ve ava bikin. Em ê bi feraseta şaredariya gel ji bo birînên erdhejê bipêçin bi hemû hêza xwe bixebitin."   'JIN WÊ XWEDÎ GOTIN BIN'   Erkenek anî ziman ku ew ê bi şaredariya gel û jinan feraseteke nû ya şaredariyê bînin Semsûrê û wiha got: "Em ê derfetên kar ji jinan re vekin. Bi vî rengî jin wê bi azadiya xwe ya aborî li ser lingan bisekinin. Em ê li dijî newekheviya jin û mêr têgihiştineke ku jin di rêveberiyê de xwedî gotin in ava bikin. Em ê li gorî fikir û pêşniyarên gelê xwe projeyên xwe bi pêş bixin, li seranserê bajêr em ê gelek pirtûkxaneyan vekin, her wiha ji welatiyên xwe yên bêmal re jî stargehan vekin. Gelê me wê bi rihetî bikare bê şaredariyê û pirsgirêkên xwe vebêje."   'ŞAREDARIYA GEL AVA BIKIN'   Bîlgîn jî anî ziman ku li Semsûra ku bi salan e ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, pirsgirêkên bajêr nehatine çareserkirin û wiha got: “Li Semsûrê bajarvaniya bê plan heye. Di binesaziyê de pirsgirêkên cidî hene. Li Semsûra ku bi salan di bin desthilata AKP'ê de ye, pirsgirêkên bajêr nehatin çareserkirin. Em ê Semsûrê bi nêzîkatiya şaredariyê ya ku qîmetê dide gel, ne rantê, bi rê ve bibin. Em ê hewl bidin ku rêyên fireh û bajarvaniyeke li gorî xwezayê ava bikin.Weke DEM Partiyê em ê weke her derê li Semsûrê jî nêzîkatiya şaredariya gelparêz pêş bixin. Em ê bi nêzîkatiya şaredariya ekolojîk Semsûreke xweştir ava bikin. Her wiha em ê ji bo zindîkirina çanda xwe dest bi xebatê bikin. Ji ber ku çand ji bo gelan pir girîng e. Bi nêzîkatiya xwe ya rêveberiya hevserokatiyê em ê xebatên taybet ên jinan bi pêş bixin ku jin wê zêdetir di şaredariyê de bên temsîl kirin."   'GEL WÊ XWE BI XWE BI RÊ VE BIBE'   Bîlgîn, diyar kir ku ew ê li Semsûrê modeleke ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên sîstemê bi feraseteke li gorî berjewendiya xwe bajaran bi rêve dibin. Lê belê em ê bi gelê xwe re projeyên xwe pêş bixin. Bêyî beşdariya gel em tu projeyekê pêk naynin. Em ê modeleke ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe ava bikin. Em ê li Semsûrê kargehên ku tevna wê ya dîrokî nîşan didin vekin û rêjeyên kirê yên pir erzan bidin gel ku debara xwe bikin."   'XIZMET LI SEMSÛRÊ TUNE YE'   Bilgîn, bi lêv ku birînên erdhejê yên li Semsûrê hê nehatine pêçan û got ku sedema felaketa erdhejê polîtîkayên rantê ne. Bîlgîn axaftina xwe wiha domand: “Bi erdheja Semsûrê re hikûmet û şaredarî di bin xirbeyan de man. Qanûna efûya îmarê li Semsûrê bû sedema felaketê. Sedema vê jî polîtîkayên rantê ne. Em ê li dijî van polîtîkayên rantê bin. Em ê ji kesên ku bûne sedema vê felaketê hesab bipirsin. Em ê nêzîkatiyek rêveberiya bi tevahî zelal ava bikin. Em ê bi weşandina bulteneke ku her meh hatin û lêçûnên şeredariye nîşan dide nîşanî gelê xwe bidin ka em çi dikin. Dibêjin heke şaredarî ne ya partiya desthilat be, butçe nayê dayîn, lê Semsûr bi salan e di destê AKP'ê de ye, lê li Semsûrê pêşketin û xizmetguzarî nîne."   Herî dawî Bîlgîn ev bang li gel kir: “Bila baweriya xwe bi me bînin, em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."   MA / Mahmût Altintaş