Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin 2024-02-25 18:20:48   SÊRT - Li navenda Sêrtê û navçeya wê ya Dihê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirina buroyan de peyama “Dem dema berxwedanê ye” hate dayîn û wiha hate gotin: “Em ê şaredariyên xwe bistînin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin, li navenda Sêrtê û navçeya wê ya Dihê buroyên hilbijartinê vekirin. Ewilî rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê bi konvoyeke mezin derbasî navçeya Dihê bûn û li wir bi girseyî buroya xwe ya hilbijartinê ku li meydana navçeyê ye, vekirin. Dû re heman konvoy derbasî navenda Sêrtê bû û li wir jî bi tevlibûna hezaran kesan buroya xwe vekirin. Di vekirina her du buroyan de jî coşeke mezin hebû û ji bo 31’ê Adarê gelek peyam hatin dayîn. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê Mûazzez Bûlga û Ferhat Başkûrt, Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn, Nûnertiya TUHAY-DER’ê ya Sêrtê, Nûnertiya MEBYA-DER’a Sêrtê, BOTAN-DER û gelek kes tev li vekirina buroyên hilbijartinê bûn.    TECRÎDA LI SER OCALAN ŞERMEZAR KIRIN   Li Dihê ewilî Hevseroka DEM Partiyê Emîne Tegîn axivî û da zanîn ku vekirina vê buroyê dê bibe nîşaneya serkeftinê.    Dû re Hevserok Mahfûz Atabay axivî û diyar kir ku Dihê heta niha çawa li ber xwe daye, dê di ji niha û pê ve jî berxwedana xwe berdewam bike. Atabay, da zanîn ku ew ê şaredariya xwe ji destê zaliman derxînin û wiha got: “Ev coş nîşaneya serkeftinê ye. Her wiha ez tecrîda li ser Serokatiyê şermezar û lanet dikim. Ez berxwedana li zîndanan jî silav dikim. Berxwedan jiyan e.”   ‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BISTÎNIN’   Piştî hevserokan, namzeta hevşaredariyê ya Dihê Evîn Ertan mafê axaftinê hilgirt û got ku dem dema berxwedanê, dem dema Dihê ye.   Piştre namzet Huseyîn Oktayi axivî û bi bîr xist ku Dihê cihekî qedîm e. Oktayi, anî ziman ku wan soz daye ku ew ê layiqê Dihê bibin û wiha got: “Lewma ji aliyê xizmetê ve çi bikeve li ser milên me em ê bikin. Weke hûn jî dizanin AKP’ê bi hilbijêrên li navçeyê veguhestî dest danaye li ser şaredariyê. Lê di vê hilbijartinê de ew çi bike jî bi ser nakeve û dê 31’ê Adarê de gelê Dihê bersiveke xurt bide wan. Ji bo vê hilbijartinê jî gelek hilbijêr veguhestine navçeya Dihê. Lê dîsa jî sernakevin û em ê şaredariya xwe bistînin.”   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin. Girseya ku li wir bû, bi konvoyeke mezin derbasî navenda Sêrtê bûn. Li navenda Sêrtê jî bi hezaran kesan buroya xwe ya hilbijartinê vekirin.   ‘BI BIHARÊ RE DEM PARTÎ JÎ TÊ’   Namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku ji bo biharê gelek kêm maye û bi baharê re DEM Partî jî tê. Alagaş, diyar kir ku gava wan şaredarî bi dest xist, ew û gel dê bi hev re Sêrtê bi rê ve bibin. Alagaş, bi domdarî wiha got: “Piştî 31’ê adarê em dê dîsa bi hev re bajarê xwe bi rê ve bibin. Şaredarvaniyeke ku gel dê xwe di tê de xwe bibîne û tev li xebatên wê bibe li benda me ye. Em ê dîsa saziya xwe ya jinan ku ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin, dîsa vekin û em ê hêza jinê li vir mezintir bikin. Ji bo ku em bi ser bikevin divê em hemû mal bi mal, kolan bi kolan bixebitin û şaredariya xwe dîsa bi dest bixin.”   ‘DU SERDEM IN VÎNA GELÊ SÊRTÊ TÊ BINPÊKIRIN’   Namzetê Hevşaredariyê yê Sêrtê Mehmet Kaysî jî bi lêv kir ku gelê Sêrtê biryara xwe daye û ew ê di 31’ê adarê de serbikevin. Kaysî, anî ziman ku ev desthilata heyî du serdem in vîna gelê Sêrtê bin pê dike û wiha pê de çû: “Namzetê AKP’ê diçe dibêje ku ew bi ser bikevin dê gelek xizmetan bikin. Ma gelo heta niha ji xwe ew desthilat nebûn. Heta niha çima nedikirin? 20 sal in we ev projeyên xwe nexistine meriyetê û we şaredarî kirine çol. Wan ji vî gelî re tiştek nehiştiye.”   Herî dawî hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî axivî û got ku ew ji bo xizmeta gelê xwe tên.   Piştî axaftinan bi tevlibûna hezaran buroya hilbijartinê ya navendê hat vekirin.