Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe 2024-02-25 17:00:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên DEM Partiyê yên hilbijartinê didomin. Li Îdirê di dema xebatên hilbijartinê de jinekê wiha ji DEM Partiyiyan re got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Ma em ê bidin kê?”  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, li gelek bajaran bi gel re hevdîtin kir û buroyên hilbijartinê vekir.   RIHA    Rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşar a Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser Cadeya Karacadagê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen û bi hezaran kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn. Welatiyên ku li pêşiya buroya hilbijartinê hate gel hev, li ser stranan govend gerand û dirûşm berz kir. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li bûn, dîmenên rengîn afirandin. Piştî vekirina buroyê, deqeyek rêz hate girtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Qeyûm dê biçe DEM Partî dê were” û Jin, jiyan, azadî” berz kir. Ji ewil namzetê hevşaredariyê yê Wêranşarê Serhat Dîcle Înan axivî û got ku dê di 1’ê nîsanê de dîsa şaredariyê bi dest bixin.    Namzet Bedriye Yorgun jî wiha got: “Îro ji bo azadiyê têkoşîneke mezin tê dayîn. Em hemû rêhevalên xwe yên ji bo azadiyê têdikoşin silav dikin. Zîhniyeta qeyûm têk çû. Em ê kolan bi kolan, gund bi gund bigerin û planên qirêjî yên vê zîhniyetê vebêjin. Em ê xwedî li deng û sindoqan derkevin. Rêhevalên me îro di greva birçîbûnê de ne. Çima? Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku gel weke îradeya xwe dibîne, ji bo azadipyê û ji bo wekheviya gelan. Dema em bi ser ketin dê şaredariyê bi hev re birêve bibin. Em ê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya tevgera xwe di rêveberiyên herêmî de domdar bikin. Em ê tevî gelên kurd, ereb û çerkes ên li vir dijîn, di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk, azadîxwaziya jinê de birêve bibin. Xelkê me yê Wêranşarê zîhniyeta qeyûm baş nas dike. Em ê Wêranşarê bikin bajarê jin û ekolojiyê.”   ‘EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’   Parlamenter Ferît Şenyaşar jî got “hûn hêvî û hêza me ne” û axaftina xwe wiha domand: “Em ê tevî gelê xwe şaredariyê birêve bibin. Em ne partiya hilbijartinê ne. Em her tim bi gel re bûn û me hesab ji îktîdarê pirsî. Em ê tiştên Şardariya Bajarê Mezin a Rihayê ji gel veşartin teşhîr bikin. Li vir 118 erse hatine firotin. Gelo ev erse yên kê ne? Ma haya gel ji vê heye? Di serî de bajarê mezin, di hemû şaredariyan de nelirêtiyên mezin dikin. Werin em bi hev re ji vê rantê re bibêjin ‘bes e’ û bi hev re şaredariya xwe bi dest bixin.”    Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer jî wiha got: “Serkeftin a me ye.” Namzetê din Celalettîn Erkmen jî ev tişt anî ziman: “Em Emrûllah Cîn, Leyla Guven û rêhevalên xwe yên girtî û sirgunkirî yên ji bo vî bajarî ked dayîn silav dikin. Divê birêz Abdullah Ocalan û beyanên îradeyê esas bên girtin. Em ê destûrê nedin ku li ser sindoqê îradeya me tune bihesibînin. Feraseta ku me tune dihesibîne, rewa nîne. Ên ku me nas nakin, em jî wan nas nakin.”    Piştî axaftinan jî buroya hilbjartinê di nava çepik, tililî û dirûşman de hate vekirin.    KIRŞEHÎR    DEM Partiyê ya Kirşehîrê hevdîtina bi gel re li dar xist û namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Kirşehîrê Kadriye Turan û Cemîl Okşan da nasandin. Hevdîtin li avahiya partiyê hat lidarxistin û nûnerên saziyên bajar, komeleyên gundan û partiyên siyasî tev li bûn. Bi taybet jî eleqeyeke mezin a jin û ciwanan hebû. Di hevdîtinê de ji ewil namzet Kadriye Turan axivî û wiha got: “Meşa dirêj a me bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ber bi civaka demokratîk daye destpêkirin, bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin didome. Em dibêjin werin em bi Rêya Sêyemîn, di nava DEM Partiyê de hem xwe hem jî bajarê xwe birêve bibin. Em gelek caran bi serketin. Em ê dîsa bi ser kevin. Em ji bo tiştên aydê xwe dîsa bistînin tên. Em ji her malê dengê jinan dixwazin. Her dengekî jinan weke guleke ji bo demokrasiyê hatiye dayîn e.”    Piştre jî namzet Cemîl Okşak axivî û ev tişt anî ziman: “Bi vekirina qadan a ji siyaseta demokratîk re, em ê bi feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe, bajar bi bajar belav bikin û bajarê xwe bixwe birêve bibin. Em ê bi gelê xwe re di vê rêyê de bimeşin û bi hev re bi ser bixin. Em ji gelên karker û kedkar ên vî bajarî re dibêjin; werin em li dora partiya xwe bicivin û hem xwe hem jî bajarê xwe bi hev re birêve bibin.”    Hevdîtina bi gel re piştî axaftinan, bi gerandina govendan bi dawî bû.    ÎDİR   Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê xebatên xwe yên hilbijartinê li Taxa Ozgurê mal bi mal meşand. Gelemperiya şêniyên taxê kurd in û yek ji taxa herî xizan e. DEM Partiyî bi strana “Rabê DEM hat” kete taxê û piştre xebata stickerê meşand. DEM Partiyiyan li ber stranan sticker xistin stûnên li ber deriyên malan û rexên rêyan. Partiyî ji hêla jin û zarokan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. DEM Partiyî ketin gelek malan û xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Her wiha li gel jinan govend gerandin. Zarokan jî alayên partiyê li destên xwe ba kirin û heta demekî dirêj bi nîşaneyên serkeftinê li pey wesayîta hilbijartinê baz dan.    Jineke ku partiyî pêşwazî kirî, got ku gelek pirsgirêkên wê hene, mala wê ya li taxê bi hinceta rûxseta wê nîne ji hêla qeyûm ve hatiye rûxandin. Welatiya jin got ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û heke bi ser kevin dixwaze ku pirsgirêka wê were çareserkirin. Jineka li ser tenûrê jî nan da partiyiyan û wiha got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Ma dê bidin kê?” Jinên din ên li taxê jî gotin ku dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.    DEM Partiyî piştî xebatê ji taxê derketin.    HATAY    DEM Partiyê li navçeya Îskenderûn a Hatayê lez da xebatên xwe. Partiyê li ber Nûnertiya Taxa Bûlûttepeyê aktîvîteyek li dar xist û namzetên Hevşaredariyê yên Îskenderûnê Mehdiye Guzel û Mahmût Aydinci bi gel dane nasîn. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Hatayê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû jî tev li danasînê bû.    Namzetên hevşaredariyê yên li vir axivîn, diyar kirin ku dê bi DEM Partiyê serbikevin û anîn ziman ku dê Hataya ku di erdeheja 6’ê sibata 2023’yan de xesareke giran gihiştiyê jinûve ava bikin.    ANTALYA    Di çalakiya li Taxa Teofmanpaşa ya girêdayî navçeya Kepez a Antalyayê jî namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Antalyayê Nesîbe Bahadir û Kemal Bulbul dan nasîn. Di aktîvîteya ku gelek kes tev li bûn de Bulbul û Bahadir ên ji gel re axivîn, destnîşan kirin ku dê Antalya qezenc bike.    Aktîvîteya danasînê bi govenda hate gerandin re bi dawî bû.     AMED   Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana dikandarên Semta Pazarê ya li navçeya Rezan a Amedê hate kirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Rezanê yê DEM Partiyê Sîraç Çelîk, rêxistinên navçeyê yên DBP’ê û DEM Partiyê beşdar bûn.    Di serdanan de broşurên hilbijartinê hatin belavkirin.    ÇEWLÎG   Li bajaroka Xoşkar a Çewlîgê jî büroya hilbijartinê hate vekirin. Hevserokên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr, parlamentere DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku, namzetên Hevşaredariyê yên Çewlîgê Aydin Burçun û Çîçek Arîç, namzetên Hevşaredariyê yên Xoşkarê Selahattîn Koçîn û Arzû Koysuren û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn.    Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku yê di vekirinê de axivî, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Daxwazên me zelal in. Li dijî kesên ku bi polîtîkayên ewlekariyê Tirkiyeyê vediguherînin qada şer û pevçûnê aştiyê diparêzin. Divê ji bo aştiyeke birûmet ji bo çareseriyeke demokratîk a meseleya kurd pêvajoya diyalog û muzakereyê were destpêkirin. Rêya diyalog û muzakereyê di Îmraliyê re derbas dibe. Ev helwesta li dijî birêz Abdullah Ocalan ê 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û di bin tecrîdeke mûtleq de ye, parastina şer û mirinan e.”   Piştî axaftinan bi tilîlî û çepikan buro hat vekirin.