Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin 2024-02-25 14:44:54 STENBOL - DEM Partiyê li Esenyurtê bi tevlibûna bi deh hezaran kesan mitînga “Azadî û Demokrasiyê” li dar xist.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi mebesta piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 36 meh in tu agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, li Esenyurt a Stenbolê “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” li dar xist. Bi deh hezaran kes tev li mitîngê bûn. Li qada mitîngê cih nema. Li qada mitîngê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan" û “Bijî Serok Apo” olan da.    BERNAMEYA MITÎNGÊ   Ji ewil dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin û siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih girtin derketin ser dikê û girse silav kirin. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî derketin ser dikê û girse silav kirin.    BERTEK NÎŞANÎ CPT’YÊ DA   Ji TUHAD-FED’ê Emîne Kaya ku di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê de cih girtibû bal kişand ser serdana CPT’yê ya Tirkiyeyê. Kaya, wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin CPT hate Tirkiyeyê lê neçû serdana Îmraliyê. Em ji CPT ya ku îdia dike daxwazên gelan esas digire re dibêjin; gelo hûn ê daxwazên vî gelî bicih bînin? Gelê me azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwaze. Divê ji vê xeletiya xwe vegerin. Lewma divê CPT bi rola xwe rabe.”    Piştî axaftinan, ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Arhat derket ser dikê. Mitîng, bi gerandina govendê bi dawî bû.