Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand 2024-02-25 14:39:45   ENQERE - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji rojnamegerên jin re nameyek şand û wiha got: “Heke pênûsên azad ên baweriya wan bi azadiya jinê, aştiya civakî û rêgezên demokratîk tê nebin, ev têkoşîn dê bi ser nekeve.”    Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak, ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Enqereyê ji rojnamegerên jin re nameyek şand. Nameya Kişanakê bi rêya parêzerên wê bi raya giştî re hate parvekirin. Kişanak, di nameya xwe de bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên jin a li dijî ziman û zîhniyeta nêrza.    Nameya Kişanakê wiha ye:    “Xebatkarên çapemeniyê û hempîşeyên min ên hêja; di demekê ku azadiya çapemeniyê di bin zextên giran de ji ber ku hûn xwedî li rûmeta pîşeya me derdikevin, ez we pîroz û silav dikim. Di şexsê we de ez rojnamegerên niha di girtîgehan de tên ragirtin jî silav dikim; bi hêviya ku di demekî herî kin de azad bibin û bigihijin pênûsa xwe. Ez her tim dibêjim; min bi hestên pir îdealîst dest bi rojnamegeriyê kir. Dema pîşeya me kişandin nava têkiliyên serdest û dihat qirêjîkirin, ez bûm şahida wan rojnamegerên îdealîst jî ku ji bo xwedî li rûmeta pênûsa xwe derkevin her cureyên bedelê dan. Mîna di her qadê de, pirsgirêkên belkî jî herî zêde rojnamegerên jin dijîn jî min jiyan û em dijîn. Rojnamegerên nifşê min jî, rojamegerên jin ên ez îro bi keyfxweşî dişopînim jî rûmeta pîşeya me parastin û di demekê ku ji bo heqîqetê bigihînin gel têdikoşin, li rexa din jî neçar man ku li dijî zihniyet û zimanê nêrza a pergalê û darazên zayendperest têbikoşin û têdikoşin.    YÊN KU DÊ BIBIN RONAHIYA TÊKOŞÎNÊ HÛN IN   Vê jiyanê hînî min kir ku heke weke jin em di nava lêgerîna pêşerojeke azad û wekhev de bin, divê em di her qadên jiyanê de, bi taybet jî di nava çapemenî û siyasetê de cih bigirin. Hem di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de, hem jî di nava siyaseta demokratîk de, ji bo tev li têkoşîna azadiyê ya jinê bibim û sûdekî bidimê, ez têkoşiyam. Min bi xwe jiya û hîn kir bê ka her du jî çiqas girîng û krîtîk in. Pêşniyara DEM Partiyê û meclisa me ya jinan a ji bo namzetiya Enqereyê jî, min bi zanebûniya berpirsyartiya xwe ya ji van tecrûbeyan afirî qebûl kir. Bi qasî ji destê min tê, bi qasî derfetên xwe ez ê hewl bidim di serî de jin, bibim bersiva bendewariyên gelên me. Lê ez vê jî baş dizanim, yên ku dê bibin ronahiya vê têkoşînê hûn in. Heke pênûsên azad ji azadiya jinê bawer dikin, yên baweriya wan bi aştiya civakî û rêgezên demokratîk tê nebin; heke yên mîna we yên derewan teşhîr dikin û ji bo rastî bigihije gel têdikoşin nebin; ev têkoşîn dê nekare bi ser keve. Têkoşînên civakî, ji hêla sansur û propagandaya reş a medyayê ve hatiye dorpêçkirin. Di nava van de bi hezaran cureyên sansûrê hene. Nedîtina vê rastiyê bi gotina herî sivik, tune hesibandin e. Tiştekî gelek zor e ku mirov ji heqê wan derkeve. Propagandayên reş û operasyonên li dijî binhişê tên kirin, hişê civakê serûbin kiriye.    Em ê ji bo têkbirina pêşdaraziyan, ji bo valaderxistina lîstina bi binhişê, ji bo vegotina heqîqetê û ji bo avakirina pirên aştiya civakî bi hev re têbikoşin. Em ê ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan, ji bo piştevaniya jinan, ji bo mezinkirina rêxistina jinan têbikoşin. Ji niha ve ez ji bo ked, hewldan û dostaniya we spasiyên xwe pêşkeş dikim û ji we re serkeftinê dixwazm. Dixwazim bibêjim ku her tim dê pêdiviya min bi pirs, pêşniyar û rexneyên we hebe. Ji we re qewet be û silav û hezkirinên xwe ji we re dişînim.”