Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev 2024-02-24 19:28:01   STENBOL- Namzetên hevşaredariya Bedlîsê yên DEM Partiyê di çarçoveya bernameya gelde hatin nasîn û diyar kirin ku wê bi piştgiriya gel şaredariyan ji qeyûman bigirin.   Namzetên hevşaredariya Bedlîsê û navçeyên wê yên DEM Partiyê li  Salona Dawetê ya hanoglu bi gel re hatin gel hev. Di bernameya pêk hat de ligel namzetên Bedlîsê, namzeta Stenbolê Meral Daniş Beştaş, endamên PM ya DEM Partyê, endamên meclîsa jinan û rêveberên navend û navçeyan, gelek welatî tevli bûn.   Namzetê Tatwanê Mumîn Erol axivî û da zanîn ku wê di hilbijartinan de di piştevaniyê de bin û wê qeyûman bişînin. Namzeta Yolalanê Esma Aydin jî daxuyakirin ku wê bi piştgiriya gel qeyûman ji Bedlîsê bişînin.    Namzetê Bedlîsê Enver Barîn jî da xuyakirin ku ew bi îdiane ku wê bi gel re dest bidin hev û şaredariyên xwe bigirin û xwedî li şardariyên xwe derkevin.   Namzeta Stenbolê Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku ew têkoşîna aştiya civakî didin û neçare hebûna wan û têkoşîna wan bê qebûlkirin.