Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin 2024-02-24 15:23:37 WAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Tûşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser hatin binçavkirin. Hat zanîn ku tevî namzetan, 10 kesên din jî hatine binçavkirin.  Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Tûşba ya Wanê Hanim Akkoş û Umît Keser hatin binaçavkirin. Hat zanîn ku dema namzetan xebatên hilbijartinê didomandin hatine binçavkirin û sedema binçavkirinê nehat zanîn. Hat diyarkirin ku namzet birine Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.    12 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li gel namzetan, her wiha welatiyên bi navên Nazmiye Acar, Leyla Çelîk, Bariş Oflas, Fehîm Oflas, Fatma Erbaga, Nacî Başdînç, Mecît Akkoş, Zekî Kurt, Habîp Borazan û Siddik Sayyîgît jî hatine binçavkirin.