Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin 2024-02-24 09:17:14 STENBOL- Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Karagoz ji bo "Mitînga Azadî û Demokrasiyê" ku dê sibê li Esenyurtê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir û got: "Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin."   "Mitînga Demokrasî û Azadiyê" dê sibê (25'ê Sibatê) bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) ya Stenbolê bê lidarxistin. Amadekariyên mîtînga ku wê saet di 14.00’an de li Qada Esenyurtê bê lidarxistin, bi civînên gel û belavkirina belavokan dewam dikin. Gel dê ji 39 taxên bajêr bi wesayîtan sewqî qada mîtîngê bên kirin.    Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Karagoz    Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûrten Karagozê banga tevlibûna mitîngê kir.   ‘JI BO DEMOKRASIYÊ DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Karagozê anî ziman ku xebatên wan didomin û got ku bi rêya civînên gel û belavkirina belavokan welatî ji bo mîtîngê hatin vexwendin. Karagozê diyar kir ku "tecrîda mutleq" ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne li derî pirsgirêkên îro li welat rû didin û got: "Tiştên ku di qadên aborî, jin, perwerde û tenduristiyê de diqewimin rengevdanên tecrîdê ne." Karagoz ku ji bo meşê bang kir, got: “Ji bo şikandina tecrîdê gelek çalakî didomin. Çalakiya girtiyên ku 90 roj in di greva birçîbûnê de ne, dewam dike. Em dizanin ku ger em li vî welatî daxwaza demokrasiyê bikin, divê pêşî ev tecrîd bê şikandin.   BANGAWAZÎ   Karagozê diyar kir ku heya tecrîd bidome dê têkoşîna kurdan û dostên wan jî bidome û diyar kir ku berpirsyariya her beşê civakê heye. Karagoz got: “Meşa Mezin a Azadiyê’ ku di navbera 1-15’ê Sibatê de pêk hat ji bo hemû gelan gelekî girîng bû. Kurd di vê mijarê de pir hesas in û di têkoşînê de li pêş in. Meşê nîşan da ku pêwîst e gelê kurd ji nû ve motîve bibe û dakeve qadan. Di vî warî de 'Mitînga Demokrasî û Azadiyê' ya ku wê di 25'ê Sibatê de pêk were, ji bo Stenbolê mitîngeke girîng e. Wê bibe mitîngeke ku şop, heyecan û motîvasyona meşê hilgire."   Karagoz bang li hemû pêkhateyên bajêr kir ku beşdarî mîtîngê bibin û wiha berdewam kir: “Gel ji me baştir dizane ku bêyî misogerkirina azadiya fızîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser nabin. Di nav gel de hişyarî û coşeke bêhempa heye. Di vi wari de gel pêşengiya mîtîngê dike. Divê her kes û gelê ku li vî welatî dijî, ol, ziman û baweriya xwe çi dibe bila bibe, beşdarî mitîngê bibe û piştgiriyê bide mitîngê. Em ê di 25'ê Sibatê de li Qada Esenyürtê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin."