Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye 2024-02-23 16:57:22 ŞIRNEX -Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di civîna gel a partiya xwe ya li Qilebanê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye û got: "Pirsgirêka kurd, girtiyên nexweş ên 80 salî ne."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya geştên xwe yên hilbijartinê de hat Şirnexê. Bakirhan û şandeya pê re destpêkê derbasî Elkê ya Şirnexê û piştre jî derbasî navçeya Qilebanê bûn. Şande di ketina navçeyê de ji aliyê endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Piştre Bakirhan ji sedan kesên li Qada Azadiyê kom bûn re axivî. Girseyê timî dirûşmeya "DEM wê were, qeyûm wê biçin" berz kir.   Bakirhan diyar kir ku li vê xakê komkujiya herî hovane ku hevtayê wê li cîhanê tune ye Komkujiya Roboskiyê çêbûye û got: “Yên ku Komkujiya Roboskî kirin, li ser rêya kesên ku 33 gundiyên feqîr ên kurd qetil kirin dimeşin. Ji bo wan kurd 'terorîst' in. Gotin, em ê nehêlin ev komkujî di dehlîzên tarî yên Enqereyê de winda bibin. Ên rastî vê komkujiyê hatin, çendî bi wan nebawer bûn jî gotin belkî zelal bikin. Lê Roboskî di dehlîzên tarî yên Enqereyê de hat windakirin. Lê roj bê em ê hesabê Roboskiyê bipirsin."    Bakirhan bal kişand ser hilbijartinê herêmî ya 31'ê Adarê û got: "Ev hilbijartin ne hilbijartineke asayî ye. Ên nikariûn bi zilmê, înkarkirin û redkirinê vîna me teslîm bigirin, du heyamên qeyûm tayinî vîna me dikin. Qeyûmê tayinkirin ku ji xeynî gendelî û nelirêtiyê û dijminatiya li hemberî çand û zimanê kurdan tu tiştî nakin. Şaredariyan dixin bin deynan, krediyê dikişînin û yên gel dixin bêrîka xwe. Ji deverên cuda hilbijêrên qaçax vediguhêzin her çar deverên Kurdistanê. Wer xuya ye qeyûm jî têr nake, niha serî li dek û dolabine didin didin. Lê mêze bikin li hejmara 3 a li Taxa Qilebanê, di hilbijartinê borî de 4 hilbijêr hebûne, lê niha hezar û 406 hilbijêr li ser qeydkirî ne. 4 ji nişka ve bûye 1406."    Bakirhan da zanîn ku dê ji bo hilbijartinê kesên li derveyî bajarên dê bînin warên wan ji bo raya xwe biavêjin û got: "Em ê bilêtên hilbijêrên xwe bibirin û roja hilbijartinê wan bînin ser sindoqê."    Bakirhan diyar kir ku pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye û got: "Pirsgirêka kurd, girtiyên nexweş ên 80 salî ne."   Axaftin bi vekirina buroya hilbijartinê bi dawî bû.