Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê 2024-02-21 12:03:35   RIHA - Girtiyê bi navê Mehmet Kûrt ê ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku ji ber di sewqa nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin neçûne nexweşxaneyê û di heman demê de li cem girtiyên FETO û edlî tên ragirtin.    Girtiyê bi navê Mehmet Kûrt ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin di 18'ê Sibatê de bi telefonê ji malbata xwe re axivî. Kûrt, derbarê pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê agahî parve kirin. Kurt da zanîn ku sewqên nexweşxaneyê dereng tên kirin û ji ber ku di çûn û hatina nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev li wan tê ferz kirin, ew naçin nexweşxaneyê.   Kurt her wiha diyar kir ku hucreya wan li rex hucreya girtiyên edlî û FETO ye û ev pirsgirêka wan hê nehatiyê çareser kirin. Kurt, anî ziman ku bi guhertina midûrê girtîgehê re dermanên divê bi paket bê dayin roje hebek tê dayin û ev jî ji ber vê yekê rewşê protesto dikin û derman nagirin.