Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin 2024-02-21 09:51:20 ŞIRNEX - Girtî Celal Înedî yê ku di Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê de tê ragirtin ragihand ku rêveberiya girtîgehê zextên xwe yên li ser wan zêde kirine û got: “Ji ber ku me stranên kurdî guhdar kirin mudaxileyî radyoya me kirin  û nameyên me yên kurdî jî desteserkirin.”    Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirina mafan, zext û êrişên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku di bin tecrîteke giran de tên ragirtin rastî her cûreyeke êrişan jî tên. Girtiyê bi navê Celal Înedî yê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Afyonkarahîsarê tê ragirtin bi malbata xwe re bi telefonê axivî û êrişên ku li ser wan didomin ragihandin.    HEWLEDAYINÊN ŞIKANDINA GREVÊ    Înedî, diyar kir ku girtiyên ku dikevin greva birçîbûnê di hucreya yek kesî de tên ragirtin û wiha got: “Li  vir gelek pirsgirêk hene. Nahêlin ku em aktiviteyekî bikin. Bi her awayî êrişî me dikin. Em di bin tecrîdeke giran de ne. Dema ku em dikevin greva birçîbûnê de jî me têxin hucreya yek kesî. Ji bo ku hem îradeya me bişkînin û hem jî têkiliya me ya bi hevalên me re qut bikin serî li vî rêbazî didin. Lêbelê ew jî dizanin ku ew nikarin îradeya me bişkînin.”   STRANÊN KURDÎ GUHDAR NEKIN    Înedî, da zanîn ku ji ber ku wan stranên kurdî guhdar kirine rêveberiya girtîgehê gef li wan xwarine û got ku nameyên wan ê kurdî jî hatine desteserkirin û ev agahî dan: “Çend roj beriya niha radyoyeke me hebû. Rêveberiya girtîgehê got, ‘we stranên kurdî guhdar kirine stranên kurdî venekin’ pişt re mudaxileyî radyoya me kirin. Li ser vê me gilî kir û daxwazname şand. Ev êriş li ser zimanê me ye.  Ji me re vekirî dibêjin, ‘stranên kurdî û nûçeyê kurdî venekin’.”    NAMEYÊN KURDÎ DESTESER DIKIN    Înedî bal kişand ser binpêkirinên din ên li girtîgehê diqewimin û ev tişt gotin: “Xwarina wan jî carna baş e carna xerab e. Li cem me girtiyên nexweş pirin. Hevalê Azad û Cevat nexweş in. Her wiha berdana çend hevalên me dirêj kirin. Yek ji girtiyên nexweş hevalê Cevat ev 2 sal in ku berdana wî dirêj dikin. Ev hevalên ku berdana wan tê dirêjkirin weke hincet dibêjin, ‘tevlî aktiviteyan nabin’ lê ti aktivîte jî nînin. Ji xeynî goga piyan aktiviteyeke din nîne. Tedawiya girtiyên nexweş nakin me nabin nexweşxaneyê. Dema ku me dibin nexweşxaneyê jî dibêjin, ‘devê xwe vekin’ dixwazin ku îradeya me bişkînin. Tecrîteke giran li ser me heye. Nameyên kurdî jî nadin me. Nameyên kurdî yên ku tên nadin û yê ku em jî dişînin nadin. Weke hinceta wê jî dibêje, ‘tercûman nine’ em nadin û nameyên kurdî desteser dikin.”   LI BER XWE BIDIN    Înedî, got ku çareserî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane ye û ev bang kir: “Heta ku tecrîd ranebe em ê tekoşina xwe bidomînin. Û heta ku pirsgirêka kurd jî çareser nebe em ê nesekinin. Kesek nikare ku îradeya me bişikîne. Heta ku kurd azad nebin gelê Tirkiyeyê bi xwe jî azad nabe. Banga me ji gelên Tirkiyeyê û kurd re heye dest bidin hev û çareseriyê pêk bînin. Çi bibe bila bibe li ber xwe bidin.”