Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn 2024-02-20 19:28:07   AMED - Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ya Amedê ku der barê girtîgehên li 5 bajaran de raporek amade kir, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de di hucreyên yekkesî de tên girtin, vîtamîn an kêm tên dayîn an jî qet nayên dayîn û kontrolên bijîşkan jî heya îro nehatine kirin.    Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ya Amedê, rapora ku têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan amade kir, bi civîneke çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê eşkere kir. Dayikên Nobeda Edaletê û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yusuf Erdogan beriya rapora ku di encama serdanên di 18'yê Çileyê de li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Erzingan û Erziromê hatin kirin, bibîr xist ku greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdara 2023'yan de hatiye destpêkirin, di roja 86'an de ye.    Erdogan diyar kir ku desthilat û saziyên rayedar li hemberî çalakiya girtiyan bêdengiya xwe didomînin û got: “Hemû mafên girtiyan bi taybetî jî mafê jiyanê û tenduristiyê di berpirsyariya dewletê de ye. Qedexekirina şekir, xwê û vîtamînan îşkence û muameleya xirab e." Erdogan destnîşan kir ku divê di çarçoveya maf û azadiyên bingehîn de daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    Piştî daxuyaniyê rapor bi raya giştî re hat parvekirin.    GIRTÎHGEHA HEJMAR 1 Û HEJMAR 2 A AMEDÊ   Di rapora der barê serdana Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Amedê de agahî hat dayîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji 27'ê Mijdara 2023'yan û vir ve dewam dike, xwarin tê dayîn lê têr nake, ji aliyê personelên tenduristiyê ve kontrola tenduristiyê tê kirin, lê kontrola bijîşkan tune. Di raporê de hat destnîşankirin ku randevuyên nexweşxaneyê dereng tên dayîn û hat gotin ku hin girtiyên nexweş ên di çalakiyê de dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin.    Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Amedê ku çalakiya greva birçîbûnê di 16'ê Çileyê de dest pê kiriye, girtiyên di çalakiyê de li odeyên dukesî hatince bicihkirin, kontrola tenduristiyê ji aliyê personelên tenduristiyê ve tê kirin, lê hê jî bijîşk çalakgeran kontrol nekirine û ji ber çalakiyê der barê girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin.    GIRTÎGEHA JINAN A AMEDÊ   Di raporê de der barê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de ev tişt hatin diyarkirin di nava vê mehê de sewqên nexweşxaneyê nehatine kirin û du rojên ewil îdareya girtîgehê piştî bi dawîbûna grevê bi du rojan hin girtiyan biriye nexweşxaneyê, lê destên wan bi kelemçeyan pir hatiye şidandin û çendî ev yek hatiye ragihandin jî kelemçe nehatine vekirin û xwarinên piştî grevê jî nebaş in.    GIRTÎGEHA JINAN A ERZINGANÊ   Di raporê de ji bo Girtîgeha Jinan a Erzinganê hat diyarkirin ku gava kesek ketiye grevê mudaxileya fizîkî hatiye kirin û girtiyên ketine greva birçîbûnê ji ber ku ragirtina di hucreyên yekkesî de qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatine û girtî du du çalakiyê didomînin û di dema grevê de xwarin û vexwarinên pêwist û vîtamîn nehatine dayîn.    Di raporê de ji bo Girtîgeha Tîpa T û Tîpa L a Erzinganê jî hat ragihandin ku grevên di greva birçîbûnê de xistine odeyên yekkesî û hucreyên qirêj nehatine paqijkirin û rojê saetek tenê destûra hewadariyê tê dayîn û vîtamîn nayên dayîn û avê jî girtî bi pereyê xwe ji kantînê distînin. Her wiha hat diyarkirin ku daxwaznameyên girtiyan esas nayên girtin û di dema kontrola tenduristiyê de girtî rastî muameleyên xirab tên.    Di raporê de ji bo girtîgehên hejmara 2 û hejmara 2 ên Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê, Girtîgeha Hejmara 1 û Hejmara 2 a Dûmlûyê û Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê jî heman tişt hatine ragihandin û hatiye diyarkirin ku girtiyên ketine greva birçîbûnê rastî lêpirsînên dîsîplînê hatine.