Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin 2024-02-20 15:40:56   KONYA - Alên DEM Partiyê yên bi buroya hilbijartinê ya navçeya Kuluyê ve hatibûn daliqandin, ji hêla kesên nediyar ve hatin jêkirin.    Alên li buroya hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibûn daliqandin, ji hêla kesên nediyar ve hatin jêkirin. Dîmenên kesên ku alên partiyê jêkirine, ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hatin qeydkirin. Li gorî dîmenan, 2 kesên rûyê xwe veşartine, nîvşev di saet 00:10’an de hatine li pêşiya buroyê û al jê kirine. Her du kes, piştî jêkirina alan, ji buroyê dûr ketin.    Rêxistina navçeya Kuluyê kesên al jêkirine gilî kir.    BANGA XWEDÎDERKETINA DEM PARTIYÊ   Rêxistina navçeya Kuluyê ya DEM Partiyê, têkildarî bûyerê daxuyaniyê da û wiha got: “Me têkildarî buyera jêkirina alan, pêvajoya giliyê da destpêkirin. Me piştre dîsa alên xwe daliqandin. Em vê êrişa ji hêla hin derdoran re hatiye kirin, şermezar dikin û jixwe em ê vê yekê nakin stuyê gelê Kuluyê. Dê DEM Partî bi Kuluyê, Kulu dê bi DEM Partiyê re mezin bibe. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bila heya 31’ê adarê xwedî li partiya me û namzetên me derbikeve. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”