Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike 2024-02-20 13:56:13   AMED - Dozger, di doza derbarê parlamentera HDP’ê ya barê Çaglar Demîrel a bi hinceta “heqareta serokkomar” hatibû vekirin de , xwest Çaglar beraet bike.   Danişîna doza derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a barê Çaglar Demîrel de, ji ber gotinên wê yên derbarê Serokkomar Erdogan ên “Qesr li ber Îsraîl û Rûsyayê çok daniye, lavahiyan li wan dike”, hat lidarxistin. Çaglar tev li danişînê nebû, li şûna wê parêzerê wê Serdar Çelebî tev li danişînê bû.    DÊ DANIŞÎNA PÊŞ DE BIRYAR WERE DAYÎN   Dozger da zanîn ku di gotinên Demîrelê de tişteke ku rûmet û şerefa Serokkomar biçûk bixe tune ye û xwest Demîrel beraet bike. Dadgeh biryar da ku dê biryara xwe di danişîna pêş de eşkere bike.    Parêzer Çelebî ji diyar kir ew jî tev li mutalayê dibe û beyanên xwe yên berê dubere kir. Dadgeh destnîşan kir ku ew ê di danişîna 21’ê adarê de, biryara xwe eşkere bike.