Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin 2024-02-20 10:13:07   ŞIRNEX - Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî Emîn Ay, diyar kir ku rêveberiya dibistanan ji malbatên ku dixwazin dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin re dibêjin ku 'mamoste tune ne' û bi vî rêbazî bijartina malbatan a kurdî asteng dikin.   Bi salane ku li Kurdistanê Komara Tirkiyeyê ya ku hebûna xwe li ser înkara kurd didomîn zimanê kurdî jî tim û tim tune dihesibîne û qedexe dike. Hejmara xwendekarên ku îsal zimanê kurdî tercîh kirine hê nehatiye eşkerekirin, di sala perwerdehiyê ya 2022-2023'an de 24 hezar û 368 xwendekaran beşa zimanê kurdî tercîh kiribûn. Di sala 2023'yan meha adarê de Wezareta Perwerdehiyê 7 hezar û 878 ji bo hîndekariya dersê, 3 hezar û 604 ji bo rehberiyê, 3 hezar û 269 ji bo pêşdibistanê, 2 hezar û 656 ji bo matematîka seretayî, 2 hezar û 604 ji bo çand û exlaqê olî, 2 hezar û 433 ji bo Îngîlîzî, 2 hezar û 341 ji bo tirkî, ji matematîkê 2 hezar 317, ji bo Zanista Fen 317, ji bo Ziman û Wêjeya Tirkî hezar û 839, ji bo dîrokê  hezar û 408, ji bo dersa zanistiya civakî hezar û 204 kota hatin veqetandin. Di vê dema tayînkirinê de bi giştî 50 kota ji kurdî re hatin veqetandin. Di bin sernavê "Ziman û Zaravayên Zindî" de ji bo Kurmancî 35 û ji zaravayê zazakî re jî 15 mamoste hatin tayînkirin. Niha li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi giştî 129 mamosteyên kurdî yê ku di dibistanan de ders didin hene. Berdevkê Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî Emin Ay der barê netayinkirina mamosteyên kurdî û êrişên li ser ziman axivî.    'DI PARLAMENTOYÊ DE ZIMANÊ NAYÊ ZANÎNE'   Emin Ay, anî ziman ku ji ber qedexeyên li ser zimanê kurdî, bijartina zimanê dayikê jî zehmetir dibe û wiha axivî: "Dewlet dibêje zimanê we heye lê tune ye. Li zanîngehan û dibistanan dersên kurdî kurmancî-zazakî hene lê di fermîyetê de tune ne tu nikare di ewraqeke fermî de vî zimanî bikar bînî. Bi rayedarên dewletê re tu nikare bi kurdî biaxive yên diaxivin jî bi însîyatîfa xwe ya şexsî diaxivin. Minak çend roj berê dayîkek li balafirgeha Stenbolê ji ber ku bi tirkî nizanîbû bi saetan nikarîbû derketana ev tişt hemî ji ber ku polîtîkayeke dewletê ya erênî li miqabilî kurdî tune ye derdikevin holê. Minak di parlementoyê de kurdî zimanê nayê zanîn e. Heta niha gelek şano konser û hwd. ê kurdî hatin qedexekirin. Ya rast qedexeyên li ser ziman, çand û hunera kurdî ne tiştekî nû ye û ez bawer im ew berdewan be jî. Sedemên van qedexeyan polîtîyên asîmîlasyonê ne. Li dijî qedexeyan xwedî derketin çêdibin afirînerî derdikeve holê kes nikare li mala xwe rûne li dijî van kirinan bertek derdikevin sahne û organîzasyonên alternatif çêdibin ev yek jî çand, huner û ziman bi hêz dike."   'MALBATÊN KU FORM DIXWAZIN DIBÊJIN MAMOSTE TUNE NE'   Ay, da zanîn ku ji ber zext, gef û astengiyên dewletê yên li ser zimanê kurdî gelek mamosteyên kurdî qada xwe guherandin û got ku rêveberiyên dibistanan formên zimanê kurdî nadin malbatan û got: "Li gorî amarên ku me xwe gihandinê yên heta 2023'yan 120 mamoste hatibûn tayîn kirin lê ji van mamosteyan yên ku salên pêşî bi sertîfîkaya mastera bêtez hatibûn wezîfedar kirin gelekên wan beşên xwe guhertin û 79 mamosteyên kurdî yên aktîf mabûn. Lê sala 2023'yan 50 kontenjan bo kurdî hate veqetandin tevli vê hejmarê bi tevahî dibe 129 mamoste. Sedemên vê yekê zêde ne. Yek xemsarîya malbatan ya ji bo ziman e. Gelek malbat naçin dibistanên zarokên xwe û formên dersan ji rêveberîyê naxwazin. Du, siyaset û partîyên kurdan meseleya ziman ji xwe re nakin derd tenê salê du caran 21'ê Sibatê û 15'ê Gulanê daxuyanîyan didin û dosyaya ziman radikin refên bi toz heta saleke din. Ev rewş bandorê li malbatan jî dike dema siyaset xwedî lê dernekeve malbat jî xwedî lê dernakevin. Sê, her sal bi dehan malbat xwe digihînin me û dibêjin reveberên dibistanan formên dersen bijartî nadin yan jî dema ku didin jî hin ders hilbijartine û dane. Malbatên ku diçin forman dixwazin jî ji wan re dibêjin mamoste tune ne ders venabe û hwd. Yanî ders hene lê ji bo neyên hilbijartin çi dek û dolab hebin diceribînin û pêk tînin mixabin. Çar, sendîqa û mamosteyên kurd jî di meseleya dersan de xemsar in dengê xwe ji neheqîya ku reveberîyên dibistanan dikin re dernaxînin. Ev her çar xalên ku me li jor behs kirin dibin asteng li dijî hilbijartina dersan."    'DIVÊ KU BI YEK DENGÎ XWEDÎ LI DERSÊN KURDÎ DERBIKEVIN'   Ay, bi lêv kir ku heke ku bijartina dersên kurdî bi zêde bibe kes nikare pêşiyê li zêdebûna hejmara mamosteyên kurdî bike û got: "Ji bo xwedî derketina ziman divê gel, partî, dezgehên çand û hunerê, medya, sendîqa û hwd. bi yek dengî û bi yek kampanyayê xwedî li van dersan derkevin dema hejmara xwendekarên ku ev ders hilbijartin derkete sedhezaran wê demê em dikarin bi dengekî berz doza perwerdehîya zimanê zikmakî jî bikin û ev yek ew ê prestîja ziman di nav gel û bajarê de jî zêde bike yanî ji bo pêşketina ziman divê zarok perwerdehîyê bi vî zimanî bibînin da ku bazar jî geş bibe. Erê hefteyê du saetan pir û pir kêm e lê qe nebe zarok hînî xwendin û nivîsînê dibin û ji zimanê xwe hez dikin."   'TIŞTA KU ME DIKE KURD ZIMANÊ ME YE'   Ay, anî ziman ku xwedî derketina ziman dê hemû êrişan pûç û vala derbixîne û got: "Bi xwedî derketinê hemî êrîş têk diçin. Lê xwedî derketineke samîmî ne ku em li ser hesaben xwe yên medyaya civakî bi storyekê yan jî bi twîtekê bertekê bidin û disa zimanên din biaxivin divê kurdî di navenda jiyana me de be, di kar de di siyasetê de di medyayê de di dan û stendinê de yanî di her qadê de dema kurdî hebe heta sibê ku êrîşî ziman bikin vala ye. Divê pêşî em li zimanê xwe xwedî derkevin, îro di vê cîhana global de tişta ku me dike kurd zimanê me ye. Zimanê me tune be netewa me tune ye, çand, huner û wêjeya me jî tune dibe.Heke ku ziman hebe ev hemû jî hene."   MA / Zeynep Durgut