Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene 2024-02-20 09:05:48   ENQERE – Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdana 3 girtiyên siyasî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hincetên wekî “ne amade ye ku bi civakê re bibe yek" û "rewşa nebaş" hat astengkirin. Li girtîgehê bi giştî berdana 11 girtiyên jin bi biryarên lijneyê hatiye taloqkirin.   11 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tevî ku cezayên xwe qedandine jî bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê nayên berdan. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê di 9'ê Sibatê de ji bo nirxandina rewşa girtiyên bi navê Ozlem Demîr, Sabîte Ekîncî û Zeynep Bîngol ên înfaza wan bi dawî bûye, li hev civiya. Demîr û Ekîncî beşdarî civîna lijneyê bûn, lê Bîngol beşdar nebû. Demîr û Ekîncî yên ku endamên lijneyê der barê xebatên wan ên siyasî yên berê de pirs ji wan kirin, li hemberî vê rewşê nerazî bûna xwe dan der û gotin ku ev pirs dikevin çaçroveya dosyeya pê tên darizandin, lewma lijne nikare xwe têxe şûna meqama darizandin.    Lijneya ku ji bo biryarê di 15'ê Sibatê de civiya, bestberdana her 3 girtiyên jin bi hinceta “rewşa nebaş" taloq kir.   Ji girtiyan Ozlem Demîr ku înfaza 9 sal cezayê girtîgehê temam kiriye û diviyabû di 11'ê Kanûna 2022'yan de bihata berdan, bi biryara lijneyê careke din berdana wê 6 mehan hat taloqkirin. Lijneyê di biryara xwe de derpêş kir ku Demîr hê jî "ne amade ye bi civakê re bibe yek."    Zeynep Han Bîngol jî ku bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn, diviyabû di 22'yê Tîrmeha 2022'yan de bihata berdan. Lê lijneyê bi heman hincetê berdana Bîngol jî heya 5 Hezîranê taloq kir.    Sabîte Ekîncî jî bi heman hinceta nehat berdan. Ekîncî jî dê dê di 1'ê Gulanê de bê berdan.    Her wiha çend hefte berê berdana Sermîn Demîrdagê jî ku înfaza cezayê muebedê yê lê hatiye birîn temam kiriye û saleke nayê berdan, careke din ji bo 6 mehan hat taloqkirin.   Demîrdag, Ekîncî, Bîngol û Demîr dê der barê biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê de serî li Dadweriya Înfazê bidin.   Navê girtiyên din ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê yên berdana wan hatiye taloqkirin wiha ne: Nedîme Yaklav, Jiyan Ateş, Necla Yildiz, Mûkaddes Kûbilay, Rozerîn Kûrt, Sedef Demîr û Dîlan Oynaş.   MA / Dîcle Muftuoglû