ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-20 09:00:24   *Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nivîskar Nerîman Evdike bi lêv kir ku beriya şoreşê zimanê kurdî li Sûriyeyê qedexe bûye û ji ber wê jî nivîskarên kurd bi dizî berhemên wêjeyî derdixistin û wiha got: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû jî. Êdî kurd bi awayekî azad dinivisînin û ji aliyê wêjeyê ve pêşveçûnên mezin pêk tên."   * Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle destnîşan kir ku zimanê zikmakî nasnameya hebûniyê ye û got ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê têkoşîna heyî bê bilindkirin.    * Bahattîn Aktûgê ku li navçeya Basê saziyên fermî veguherandiye şîrketa malbatê û bi hemû derfetên dewletê 34 sal in şaredarî kiriye, ji bo vê hilbijartina 31'ê Adarê nebû namzet. AKP’ê kurê Aktûg kir namzet.   * Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdana 3 girtiyên siyasî ji aliyê Lijneya Rêveber û Çavdêriyê ve bi hincetên wekî “ne amade ye ku bi civakê re bibe yek" û "rewşa nebaş" hat astengkirin. Li girtîgehê bi giştî berdana 11 girtiyên jin bi biryarên lijneyê hatiye taloqkirin.   * Hunermend Alî Sesal û Ramazan Velîecelîoglû ku yek ji îmzevanên danezana "Em Bibin Dengê Aştiyê" ne, diyar kirin ku ji bo di sedsala nû ya komarê de aştiya civakî pêk bê, divê pêşî pirsgirêka kurd bê çareserkirin.   * Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan ên ji aliyê DEM Partiyê ve ji bo navçeya Sûrê ya dîrokî wekî namzet hatin nîşandan, diyar kirin ku armanca wan a bingehîn ew e ku pêkanînên ku bîr û nasnameya bajêr hedef digirin ji holê rakin û ji bo kesên ji warê xwe çûne projeyan deynin holê.    * Çalakiya ku malbatên girtiyan li Geverê ji ber qedexeyan neçar man navberê bidinê piştî 8 salan jinûve dest pê kir. Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen, destnîşan kir ku heta windakirî bên dîtin û faîl werin darizandin dê têkoşîna wan bidome.    * Perwerdekarên Akademiya Ma Mûsicê yên qala girîngiya zimanê dayikê kirin, wiha gotin: “Heke zarokek bikare bi zimanê xwe yê dayikê stranan bibêje, ev darbeyeke herî mezin a li faşîzma ku hewl dide te ji holê rake ye.”   * DEM Partî dê li gelek bajaran buroyên hilbijartinê veke. (10.00)    * Şandyea ji Ewropayê were Stenbolê, dê serdana hin saziyên sivîl ên civakî ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê di nav de û partiyên siyasî bike. (10.30-18.30)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)    * DEM Partî dê li Meclisê Komcivîna xwe pêk bîne. (12.45) ZINDΠ   * Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Amedê dê rapora têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li avahiya ÎHD’ê raporekê aşkere bike. (13.30)    * Li Amed û Îzmîrê dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê hin çalakî bên lidarxistin. (18.00)    * Bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir li Semtê Ofîs a Amedê buroya hilbijartinê were vekirin. (18.00)