Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir 2024-02-19 17:21:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, bi Serokê Şandeya Haşdî Şabiyê Felih el-Feyyad re li Enqereyê hevdîtin pêk anî.    Di rojên dawî de rayedarên siyasî û leşkerî ên Tirkiyeyê gelek caran serdana, Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê kirin. Piştî van hevdîtinan, şandeyeke ji hêzên Haşdî Şabiyê, serdana Tirkiyeyê kir.    Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî Falih el-Feyyad re hevdîtinek li dar xist.    Di peyama ser hesaba Wezaretê ya X’ê hatiye parvekirin de hat gotin ku Fîdan bi Feyyad re li Enqereyê hevdîtin pêk aniye. Di parvekirinê de wêneyên her du aliyan hate pervekirin. Têkildarî naveroka hevdîtinê tu agahî nehatin parvekirin.    Her du nav di 23’ê tebaxa 2023’yan de, li paytexta Iraqê, Bexdayê hatibûn cem hev.