Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve 2024-02-19 16:22:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran tên domandin de cih digirin, peyam dan ku berxwedana li girtîgehan û derve tê meşandin dê teqez serbikeve.    Nobeta Edaletê ya malbat û malbatên girtiyan dane destpêkirin, li gelek bajaran berdewam dike. Di çalakiyên “Nobeta Edaletê” de daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi pêş ket.    AMED    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin, di roja 77’emîn de berdewam dike.    Nobet di avahiyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê de hatiye destpêkirin bi tevlibûna gelek kesan berdewam kir. Li eywana çalakî lê hatiye lidarxistin, pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad, em bibin dengê zindanan” hate daliqandin.    Di tevahiya rojê de serdanên nobetê hatin kirin. Kesên serdana nobetê kirin, gelek caran diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.    ÊLIH   Li Êlihê, Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê Rêxistina DBP'a bajêr, hatiye destpêkirin di roja 18'emîn de berdewam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên sivîl, serdana nobetê kirin.    Kesên serdana nobetê kirin bal kişandin ser greva birçîbûnê ya di girtîgehan de tê domandin û banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di serdanê de gelek caran diruşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berz kirin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 78’emîn de berdewam kir. Îro Dayikên Aştiyê û rêveberên rêxistina bajêr ên DEM Partiyê hatin serdana nobetê. Çalakvanên nobetê didomînin di peyamên parve kirinê de anîn ziman ku heya azadiya Abdullah Ocalan tê pêkanîn ew ê çalakiya wan bidome.    MÊRSÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya di avahiyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 78’emîn de berdewam kir. Tevî rêveber û endamên komeleyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê serok jiyan nabe”, Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Yek ji çalakgeran Dayika Aştiyê Meryem Erbey da zanîn ku ew ê nobetê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dane destpêkirin bidomînin û wiha got: “Em weke dayik, dê têkoşîna xwe roj bi roj bidomînin. Heya ku em edalet û demokrasiyê tînin vî welatî, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Dema ku me edalet û hiqûqê anî vî welatî, dê her tişt pir rehettir bibe. Di Rojhilata Navîn de mifteya aştiyê birêz Abdullah Ocalan e. Heya ku kurd azad nebin dê tirk jî azad nebin. Dema ku Serokatî azad bû, dê gelê kurd jî gelê tirk jî azad bibe.”    WAN   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 77’emîn de berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê ya di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin.    Fatma Aslan a hatibû serdana nobetê, dayikên çalakvan silav kir û wiha axivî: “Girtî di greva birçîbûnê de ne. Em jî dixwazin bi çalakiya nobetê, piştgiriyê bidin wan. Em dixwazin daxwazên girtiyan demildest werin bicihanîn. Dê têkoşîna li girtîgehan û li dervê tê domandin dê teqez bi ser bikeve. Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”,  “Bê Serok jiyan nabe”,  “Bijî Serok Apo” û gotina stranan dom kir.