Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin 2024-02-19 15:38:22   STENBOL - Berdana girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, ji bo girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Marmarayê tê ragirtin û bi îdiaya “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 6 mehan hate taloqkirin, li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Malbata Soydan ê diviyabû di 12’ê sibatê de were berdan û berdana wî 6 mehan hate taloqkirin jî tev li civîna çapemeniyê bû.    HEVDÎTINA WAN TÊ QEYDKIRIN    Prz. Bêrîvan Bekçî , bi bîr xist ku di meha tebaxê de jî berdana Akay 6 mehan hate taloqkirin û destnîşan kir ku Akay ji sala 2018’an ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Bekçî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji nîsana 2018’an ve hevdîtinên parêzeran ên bi Akay re bi qeydkirina kamerayê re tên bisînorkirin. Biryarên sînorkirinê qasî 6 sal in bi hincetên razber bi awayekî keyfî tên kirin û mafên Akay tên binpêkirin. Akay, di heman demê de 6 sal in di bin çavdêriya zêde ya îdareya girtîgehê de ye.”   Belçî, bi bîr xist ku tevî vê çavdêriya zêde Lijneya Çavdêrî û Îdareyê derbarê Akay de biryara “ji rêxistina biçekdar a ku bingeha mehkumiyeta wî avakiriye neterikandiye” daye. Bekçî, anî ziman ku weke OHD ew ê bi awayekî hiqûqî her cure pêkanînên keyfî yên li girtiyan tên kirin û biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bişopînin.    ‘KETINA GIRTÎGEHÊ HEYE, DERKETINA WÊ NÎNE’    Parêzera Akay, Esra Bîlen a piştî Bekçî axivî, wiha got: “Ketina girtîgehê heye lê derketina wê nîne. Ketina girtîgehê bi biryara hakim û dadgehekê dibe. Lê derketina ji girtîgehê ji aliyê lijneyên îdareyê ku nikarin nirxandina hiqûqî bikin û tu pêbaweriya xwe ya hiqûqî nîne ve tê astengkirin.    ‘MALBATA ME JÎ TÊ CEZAKIRIN’     Biraziya Akay, Kivilcim Akay jî anî ziman ku bi neberdana Akay, malbat jî tê cezakirin û wiha got: “Ji bo me pêvajoyeke giran û zor e. Ez ji zarokatiya xwe di nava vê pêvajoyê de me û êdî mezin bûme. Ji bo me gelekî giran e ku hêj li welat hin tişt nehatine guhertin û dibînin ku ber bi xerabiyê ve diçe.”   Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrel jî diyar kir ku ji bo pêşî li berdana girtiyên siyasî bê girtin Lijneya Îdarî û Çavdêriyê bi awayekî plankirî di çarçoveya qanûnê de cih girtiye.