Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin 2024-02-17 19:21:22   MÊRSÎN – Jinên Mêrsînê diyar kirin ku guhertina ku desthilat dixwaze di Qanûna Medeniyê de bike êrişa li dijî mafên jinê û azadiya wê ye û gotin ku ew ê destûrê nedin vê guhertinê.   Platforma Jinan a Mêrsînê di salvegera 98'emîn a qebûlkirina Qanûna Medeniyê de li Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Pankarta “Malbata pîroz derewek e. Em dest ji jiyana xwe bernadin" hatin vekirin û dowîzên li ser "Jiyana me di malbatên we de hilnayê nayê" û "Di malbatê de tundî heye" hatin hilgirtin. Parlamentera Mêrsînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî) Perîhan Koca û Namzeta Hevşaredara Akdenîzê ya DEM Partiyê Nûriye Arslan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de dirûşmeyên "Mêr gulebaran dikin, dewlet diparêze" û "Em bêdeng namînin, em natirsin, em îtaet nakin" hatin berzkirin.   Li ser navê platformê Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoyê metna daxuyaniyê xwend. Goksoyê bilêv kir ku nîqaşkirina Qanûna Medeniyê tê wateya binpêkirina mafan û got ku ev yek êrişa li dijî mafên jinê û azadiya wê ye.   Goksoyê got ku ew ê destûrê nedin vê guhertinê.