Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat 2024-02-17 17:45:03   AMED - Li navçeya Peyasê jina bi navê A.A. rastî êrişa zilamekî ku navê wî nehat hînkirin, hat.    Li Taxa Talaytepe ya navçeya Peyas a Amedê jina bi navê A.A., rastî êrişa zilamekî navê wî nehat hînkirin hat. Zilam pêşî li A.A. xist û paşê bi çekê ew birîndar kir. Piştî welatiyên li der dorê hayan tenduristkaran pê xistin, tenduristkar hatin cihê bûyerê û A.A.'yê rakirin nexweşxaneyê.    Hat diyarkirin ku tedawiya A.A.'yê didome, lê metirsiyeke jiyanî tune ye.    Her wiha hat hînkirin ku êrişkarê ku reviya hê jî nehatiye zevtkirin.