Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn 2024-02-17 11:12:39 ENQERE - Sekretera Giştî ya OHD’ê Ebrû Akkal destnîşan kir zextên reveberiyên girtigehan ên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûne û li dijî tecrîda mutleq a Îmraliyê, bêdengiya saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî rexne kir.  Kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di 10’ê cotmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin ket meha 5’emîn. Greva birçîbûnê ya girtiyan a di çarçoveya kampanyayê de hatiye destpêkirin jî ket roja xwe ya 83’yemîn. Zextên ser girtiyên siyasî yên dibêjin ‘heya daxwazên me tên qebûlkirin dê çalakiya me bidome’ roj bi roj zêdetir dibin.     Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ebrû Akkal têkildarî polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên dom dikin, axivî.   Ebrû Akkal, destnîşan kir ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin ev 36 meh in tu agahî jê nayên girtin rewşa "Agahînegirtina mutleq (incommunicado)" berdewam dike.    Akkal, destnîşan kir ku wek saziyên hiqûqê dê serlêdanên xwe yên ji bo saziyên hiqûqê bidomînin û wiha axivî: “Wekî ku me di daxwaznameyên ji bo saziyên fermî şandiye de gotiye, sedem çi dibe bila bibe hem li gorî qanûnên navneteweyî hem jî li gorî qanûnên li Tirkiyeyê hatine qebûlkirin, ev sepana agahînegirtinê îşkence ye.”     Sekretera Giştî ya OHD’ê Ebrû Akkal   ‘DEMA MIJAR DIBE ÎMRALI…’   Akkal, bertek nîşanî bêdengiya li dijî tecrîda mutleq a ser Ocalan û 3 hevalên pê re tên ragirtin da û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku mijar dibe Girtîgeha Îmraliyê, mixabin çav girtî, guh kerr dibin. Armanca me ew e ku bi hiqûqê bikin. Em qala ciheke ku 3 sal parêzer nikarin biçin, dikin. Li wê derê çi diqewime, agahiya tu kesê nîn e. Saziya ku bêyî destûra dewletê û hikûmetê karibe biçe wê de derê tenê CPT ye. Lê belê CPT jî 2 sal û nîv in neçûyê serdana wê derê. Di daxuyaniya piştî ku serdanê kiriye de, têkildarî çavdêriyên wê, tu agahiya me nînin. A rastî serdana me jî ser vê yekê bû. Ji ber wek prosedur, dikare li rewşa Tirkiyeyê ya ku pêşniyaran piştguh dike bide ber çavan û rapora xwe eşkere bike. Ev yek jî nekir. Ji ber we hem li gorî mekanîzmayên navneteweyî û hem jî gorî mekanîzmayên herêmî, rewşeke ku di hemû aliyên de astenkirin tê jiyîn heye."    LÊPIRSÎNÊN DISIPLÎNÊ YÊN LI DIJÎ ÇALAKGERÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Akkal, der barê serdanên xwe yên girtîgahên ku tê de grev dom dikin jî axivî û ev tişt gotin: “Serdanên me yên girtîgehan berdewam dikin. Der barê girtiyên ku ketine grevên birçîbûnê de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin, ji endamtiyê dosyeyan vedikin, darizandin tên kirin. Hem Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hem jî AYM bi awayeke zelal diyar kiriye ku ev mijar ne mijara lêpirsînê ye. Grevên birçîbûnê, azadiyê fikrê ye û di vê mîjarê de gelek biryarên mînak jî hene. Ji ber kesê di girtîgehê de tê ragirtin, bi qasî kesê li derve ne xwedî derfetên xwe anîna ziman e. Derfet pir kêm in lê belê dema ku mirovek girtî be, hikûmxwarî be, di girtîgehê de be, ew nayê wê wateyê ku ew ê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bê hiştin. Ew dîsa xwedî mafê parastina xwe ya manewî ye û xwedî azadiya xweîfadekirinê ye. Em jî wiha nêzî mijarê dibin.”    'GIRTÎGEHÊN BI EWLEKARIYA BILIND PROTOTÎPA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ NE’   Akkal, anî ziman ku ew di parastinên der barê cezayên disiplînê dikin de rewşê wek “azadiyê îfadeyê” tînin ziman û da zanîn ku divê daxwazên girtiyan werin bersivandin. Akkal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotina me yên wekî li derve; sedema şert û mercên girtîgehên wan, tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin e. Dema ku tecrîd li wê derê girantir dibe, bandorê li girtîgehên din jî dike. Di nava pêvajoyê de me hemûyan şahidiya vê yekê kir. Girtîgehên Ewlehiya Bilind, prototîpeke biçûk a Girtîgeha Îmraliyê ye. Weke laboratuvarêkê şert û merc wekî hev tên sepandin lê belê dema ku Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind hatin avakirin, ji çi aliyan ve nerazîbûn nehatin. Ji ber pir bêdengî, li gorî armancên xwe vê yekê pêk anîn.”    ‘DEMA BI OCALAN RE HEVDÎTIN DIKIRIN CIVAK REHET BÛ’   Akkal, hevdîtinên berê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dihatin kirin bi bîr anî û bal kişand ser qedandian têkiliyan û tundiya piştre hatiye destpêkirin. Di berdewama axaftina xwe de Akkal anî ziman ku bidawîkirina têkiliyan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gel û civakên Tirkiyeyê, wek demokratîk, aborî, siyasî û jiyanê ji bingehîn bandor kir û wiha derbirî: “Lê belê tê gotin ku demên ku bi birêz Ocalan re hevdîtin dihatin kirin, tevahiya civakê bêhn stend, rehet bû. Ev ji nirxandinên kesane bêhtir, weke zelal rewşeke ku me hemuyan dîtiye û jiyaye bû.”     ‘ZEXTÊN LI DIJÎ GIRTIYAN TÊN KIRIN BÊBERSIV DIMÎNIN’   Akkal a ku rastî hin pirsgirêk û binpêkirina mafan hatiye, der barê çavdêriyên xwe yên ser girtiyan jî axivî û wiha derbirî: “Niha di gelek girtîgehan de hezaran girtî di greva birçîbûnê de û car caran li dijî  girtiyan, nêzîkatiyên cuda jî tên jiyîn. Di girtina hin tiştên rojane de, di dayîna vîtamînan de hin pirsgirêk tên jiyîn. Pir zêde lêpirsînên dîsiplînê tên destpêkirin, ode tên guhertin, lêgerîn zêde dibin. Ev tişt li gorî me ji bo bandorê ser moral û dilsoziya wan were kirin, têne kirin û em dikarin bi rehetî bêjin ku ev tişt qet li ser wan bandor nake. Em di girtiyan de dibînin ku bienerjî ne, dilsoz in, di nava têkiliyeke bimoral  de ne. Ev rewş moralê me jî zêde dike.”