Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan 2024-02-17 09:36:54 ŞIRNEX - Namzedê Hevşaredarê DEM Partiyê Tûran Saltan ê ku li Şirnexê bi projeyên ku dê şirnexiyan bigihîne şaredariyê dest bi xebatên hilbijartinê kir, got: "Xwediyê rasteqîn ê vî bajarî gel e."  Şirnex yek ji wan navendan e ku di rojeva hilbijartinên herêmî de çavê gelek kesan li encamên sindoqên wê ye. Di pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiy ya Gelan (DEM Partî) ji nav bernamzetên mêr Tûran Saltan hat hilbijartin. Namzeta jin jî dê li gor nêrînên şêniyên bajêr bê diyarkirin.    Tûran Saltan ku di sala 1981'ê de li Şirnexê hatiye dinê, dibistana seretayî, navîn û lîseyê li bajêr temam kiriye. Saltan ku bi salan e di nava partiyên siyasî de cih digire, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir.    Saltan anî ziman ku wekî welatiyekî li Şirnexê dijî, bi taybet ji sala 2015'an û vir ve rastî pêkanînên wekî "ya divê hûn ji desthilatdariyê bin an jî hûn dijmin in" tên û got ku li dijî neheqî û bêhiqqûîtiyan û ji bo jiholêrakirina berberiya hatiye afirandin û ji bo xizmeta gel bibe bûye namzetê hevşaredariyê.    Saltan diyar kir ku şaredar ji bo xizmeta gel bikin tên hilbijartin û wiha got: “Pirsgirêka herî mezin a vî bajarî maf û hiqûq e. Em ê pêşî vê pirsgirêkê çareser bikin. Em ê bajarê xwe li ser liyaqat û zelaliyê ava bikin. Em ê dawî li torpîlê bînin. Niha welatiyekî ku ne ji partiya desthilatdarê be, nikare di saziyeke fermî de kar bibîne. Bi hezaran ciwanên me yên zanîngeh qedandine hene, lê ji ber vê hemû bêkar in. Em ê xwedî li bajarê xwe û gelê xwe derkevin."    Namzedê Hevşaredarê DEM Partiyê Tûran Saltan    MESELEYA AVA VEXWARINÊ   Saltan anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr ava vexwarinê ye û wiha got: “Ev bajar ji dîroka xwe heta niha tu pirsgirêka avê nedîtiye. Berê me ji kaniyan ava vexwarinê vedixwar. Hewcedariya avê ya bajêr ji çavkaniyên avê yên nêzî navenda bajêr dihat dabînkirin. Lê di vê demê de em bêriya avê dikin. Di van salên dawî de wan av birî û birin bajarokên wekî Sêgirk û Şêxanê. Aveke hindik tê navendê bajêr, lê ew jî gemarî ye. Dema ku em werin ser kar, yek ji wan tiştên ewil em ê bikin, çareserkirina vê pirsgirêkê ye."   DÊ JI BO EXTIYARAN ÇÛN Û HATIN BELAŞ BE, DÊ JI BO XWENDEKARAN JI SEDÎ 80 BÊ KÊMKIRIN   Saltan destnîşan kir ku pirsgirêkeke din a girîng jî pirsgirêka çûnûhatinê ye.    Saltan diyar kir ku tora çûnûhatinê ya heyî têr nake û pêşniyazên çareseriyê yên di vî warî de wiha rêz kirin: “Em ê bi tevnên rê yên nû çûnhatinê xurt bikin. Her wiha yek ji pirsgirêkên herî girîng jî çûnhatina nava bajêr e. Otogara ku ji bo bajêr hatiye çêkirin û Zanîngeha Şirnexê li derveyî bajêr in. Çûn û hatin ji bo mirovan pir pirsgirêk e. Kesên ku ji bajarên cuda bi otobusan tên bajarê me, divê bi qasî heqê bilêta otobusê ji otogarê heta malên xwe heqê rê bidin. Em ê seferên bajaran zêde bikin û dê çûnhatin heta saetên hebe. Her wiha ji ber buhabûnê û fiyetê benzînê, heqê çûnûhatinê jî zêde bûye. Niha ji bo çûnhatina nava bajêr xwendekar 12 TL'yan didin. Dema em werin ser kar em ê heqê rê ji bo xwedenakaran ji sedî 80 kêm bikin û ji welatiyên din jî ji sedî 50 kêm bikin. Ji bo welatiyên me yên di ser 60 salî re jî dê heqê rê belaş be."    AVAHÎ   Saltan bal kişand ser meseleya îmarê ya li bajêr jî û got: "Her diçe nifûs zêde dibe û pêdivî bi avahiyan çêdibe. Rêveberiya AKP'ê ya heyî îmarê xera kiriye. Em ê van astengiyan ji holê rakin û ji bo welatiyan qadên îmarê yên nû peyda bikin û hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin."    DÊ JI CÛDÎ HETA GABARÊ DARAN BIÇÎNIN   Saltan bal kişand ser talankirina ekolojiyê ya bi salan e bi destê dewletê li bajêr tê kirin. Saltan da zanîn ku darên bajêr bi awayekî sîstematîk tên birîn û qadên daristanî tên tunekirin. Saltan destnîşan kir ku divê ev qirkirin ji holê were rakirin û got: "Em ê ji Cûdiyê heta Gabarê, ji Bestayê heta Cilê Nimêja ji nû ve daran biçînin. Em ê xebateke peyzaj û daristanî ya layiqî welatiyên xwe bidin destpêkirin. Em ê bajarekî xwezayî ava bikin. Em ê bajarekî ku gelê me tê de hewaya paqij bistîne ava bikin."   Saltan anî ziman ku li gel pirsgirêkên giştî, ew ê meclisên taxan ên li ser bingeha demokrasiya rasterast ava bikin û hewl bidin bi van meclisan pirsgirêkên gel tespît bikin û çareser bikin.    'DÊ GEL DI 31'ê ADARÊ DE BERSIVÊ BIDE'   Saltan da zanîn ku ew di atmosfereke adil de ber bi hilbijartinên herêmî ve naçin û bal kişand ser hilbijêrên ji derveyî bajêr li ser bajêr tên qeydkirin û got ku lê çi dikin bila bikin dê gel roja hilbijartinê bersiva xwe bide.    Saltan got: “Beriya hilbijartinên 2019’an ev bajar hilweşandin. Malên xelkê wêran kirin û gel neçarî koçberiyê kirin. Her wiha bi anîna bi hezaran dengdêran ku ji bajarên wekî Antalya, Aydin û Rîzeyê anî, feraseta ku şaredarî bi dest xistine peyda kirin. Em biryara gelê Şirnexê dizanin. Welatiyên ku berê neçar man koç bikin, ji ber malên wan wêran bûbûn vegeriyan warên xwe. Xwediyên rastî yên vî bajarî gel e û gel vegeriyaye. Çi qas hîleyan dikin bila bikin, wê gelê me di şeva 31’ê Adarê de bersiva xwe bide. Gelê me dê bersiveke wisa bide ku careke din newêribin yekdengî ji derve bînin."   MA / Omer Akin