ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN 2024-02-17 09:00:05   ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN   * Qeyûmên li Şaredariya Hezexê hatin tayînkirin di nava 2 salan de bi sedan neguhêzbar firotin û li hêla din şaredarî 46 milyon TL’an di bin deyndan de xistin.    * Parêzer Mahmût Şakar pêşî û paşiya komploya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef girtiye û ketiye sala 25'an nirxand û bi van gotinan Şoreşa Rojava nirxand: "Birêz Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a ku bi komployê jê hatibû derxistin.”   * Birayê Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç, Mahmût Kiliç bi bîr xist ku çendi birayê wî bi delîlan hatibû tespîtkirin ku ji aliyê "Hîzbûllahê" ve hatiye qetilkirin ji, lö kujer nehatine cezakirin û got ku yên ku birayê wi qetilkirin bi navê "Hudaparê" bi destê AKP'ê di meclıse de ne.    * Emîne Seyhan, xwişka girtiyê nexweş Abdullah Zoraslan Eku 3 roj beriya serbestberdana wî dozek nû li wî hat vekirin, got: “Bi sedan girtiyên nexweş ên wekî birayê min û rewîa wan ji ya wî girantir hene. Li wir li benda mirina wan in."    * Namzedê Hevşaredarê DEM Partiyê Tûran Saltan ê ku li Şirnexê bi projeyên ku dê şirnexiyan bigihîne şaredariyê dest bi xebatên hilbijartinê kir, got: "Gel xwedanê rastîn ê vî bajarî ye û gel dîsa tê."    * Çalakiyên Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (11.00-17.00)    * TJA dê belgeya helwestê ya têkildarî rêveberiyên herêmî li Sakli Konak a Sûrê eşkere bike. (11.30)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê têkildarî mitînga 25’ê Sibatê li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (11.30)   * Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 986’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windakiriyan dê li Êlih û Amedê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê biçe serdana KESK’ê. (13.30)   * Têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyanî bê dayîn. (13.30)   * Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê dê li avahiya sendîkaya xwe panela “Duh û îroya wêjeya kurdî û di zimanê dayikê de pirsgirêka perwerdeyê” li dar bixe. (13.30)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê îro li navenda giştî ya partiyê têkildarî biryarên MYK’ê daxuyaniyê bide. (14.00) ZINDÎ   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Hotêla Neva Palasê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinê bike. (16.00) ZINDÎ   * Platforma Jinan a Mêrsînê dê têkildarî komkujiyên li dijî jinan li Qada Ozgecan Aslanê daxuyaniyê bide. (17.00)    * NÇM û Komeleya Lêkolînê ya Kurd dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya NÇM’ê panelê li dar bixin. (17.00)